Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, li herêmê rê li ber binpêkirinên giran ên mafê mirovan vekir. Bi taybetî tundiya li dijî jinan her ku diçe berfireh dibe. Pêvajoya dagirkeriyê bûye serdemeke tijî gelek sûcên li dijî mirovahiyê ku gefê li jiyana jinan dixwin û wan dikin hedef. Jinên di bin dagirkeriyê de, rastî sûcên destavêtin, kuştin, revandin û sûcên din ên li dijî mirovahiyê tên. Ev gef, bi tundiya fîzîkî ve sînordar namîne, di heman demê de drameke ku xwedî aliyên derûnî, civakî û aborî ava dike. Jin ji mafên xwe yên jiyana bi ewle bêpar hatin hiştin. Li gorî Navenda Parastin û Lêkolîna Mafên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dema dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û heta niha 164 jin hatin qetilkirin, 275 jin hatin revandin û 246 jin jî birîndar bûn.
Endama Komîteya Îtîfaq û têkiliyên Demokratîk a Kongra Star Rihan Temo, têkildarê pêkanînên ku dewleta Tirk li herêmên dagirkerî li dijî jinan pêk tîne, ji ANF’ê re axivî.
Rihan Temo, anî ziman ku Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan pêk hatiye, ji ber vê li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bi awayekî pergalî jin hedef tên girtin û wiha got, “Li Rojavayê Kurdistanê berovajî welatên din di pêvajoya Bihara Ereban de jiyaneke demokratîk, wekhev û aştiyane hat avakirin. Berevajî welatên din di pêvajoya Bihara Ereb de jiyaneke demokratîk, wekhev û aştiyane hat avakirin. Lê belê zîhniyeta bi serdestiya mêr ku jinên azad û jinên pêşeng weke gefekê dibîne, yekser li herêmên dagirkirî jinan hedef girt. Ev pêkanîn, li hemberî îradeya jinê pêkanînên qirkirinê û sûcên li dijî mirovahiyê tên kirine. Li herêmên dagirkirî jin rastî gefên wekî destavêtin, revandin, zewicandina zarokan û kuştinê tên. Ev pêkanîn ji rêbazên şer jî girantir e û divê weke polîtîkayeke şerê taybet a li dijî azadiya jinê bê dîtin. Bi taybetî jinên Efrînê yên ku 58 roj li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe dan, bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê tên. Ferqa birîna darek û tundiya li dijî jinekê nîne. Ji ber ku ev dar hemû di encama keda jinan de mezin bûne û berhem didin. Ji ber vê yekê tundiya li dijî xwezayê, tê wateya tundiya li dijî jinê. Li Serêkaniyê jî guhertina demografiya herêmê, tê wateya êrîşa li dijî çand, nasname û hebûna jinê.”
BÊDENGIYA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ
Rihan Temo, bêdengiya saziyên mafê mirovan ên navneteweyî jî bibîr xist û wiha domand, “Jin tevî têkoşîna xwe ya ji bo demokratîkkirina sîstema cîhanê û bidest xistina mafên xwe derbasî sedsala 21’emîn bûn. Di vê pêvajoya ku em weke Şoreşa Jinê bi nav dikin de, her ku pêla dengê azadiyê bilind dibe, li dijî wê tundiya li ser jinê jî berfireh dibe. Jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin kirine û li ber xwe dan, ji aliyê hêzên dagirker ve hedef hatin girtin. Daxwazên jinan ên ji bo guhertina demokratîk bi şîdetê tên tepisandin. Hêzên navneteweyî têkoşîna jinan a ji bo azadiyê û daxwazên wan ên ji bo mafan ji bo sîstema xwe wekî metirsiyekê dihesibînin. Ji ber vê sedemê bêdengiya wan a li pêşberî şîdeta li hemberî jinê, tê wateya bi rengekî neyekser tevkariyê li van pêkanînan kirine. Dadgeh û saziyên mafê mirovan ên navneteweyî li dijî binpêkirina mafê mirovan, bêdeng in. Ji ber ku têkoşîn û berxwedana jinê li hemberî xwe weke gefekê dibîne.”
Rihan Temo, destnîşan kir ku divê jin li herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin parastina xwe pêş bixin û wiha got, “Jinan di gelek şoreşên cîhanê de rolên girîng lîstine. Lê belê di mijarên weke xweparastin, parastina nasname û rêxistinbûyînê de kêmasî hebûn. Ev rewş bû sedem ku jin nikaribin bi têrkerî xwe li hemberî hêzên mêtînger biparêzin.”