Duşem, 2 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fîlozof Lowy: Rojavayî wê berdêla terikandina Rojava bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Holmes: Aşitiya mayînde bêyî mîsogeriya destûrî nayê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa piştgiriya Rojava: ‘Em ji bo yekîtiya xwe li qadan in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê ruhê yekîtiyê veguherînin hêzeke rêxistinkirî ya demokratîk!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta Rojava bibe xwedî statû em ê li qadan bin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Qeladizê ji bo piştevaniya Rojava daket qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Şehîd Ehmed Hêmin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serhed ji bo Rojava li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Selîm Sadak ji ber nêzîkatiya hevxemiyê spasiya gel û dostan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî peyker tê çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Mexmûrê bi meşeke girseyî 1’ê Sibatê Roja Rojava pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kampanya îmzeyan: Mafên Kurdan divê bêne misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn: Bêyî YPJ’ê HSD nabe, ev têkoşîn xweparastina gel e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa VIM çû serdana Kongra Star

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê ya Ereb: Me Kurd û Ereban timî bi hev re jiyan kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Li Herfordê ji bo piştgiriya bi Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî konser tê lidarxistin
Çand û Hûner

Li Herfordê ji bo piştgiriya bi Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî konser tê lidarxistin

Di 19’ê Îlonê de li Herfordê ji bo piştgiriya bi Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî tê lidarxistin. Hatineya konserê wê ji bo pêwîstiyên teknîkî û amûrên zarok û ciwanan ên li kampê perwerdeya çand û hunerê dibînin bê bikaranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

19’ê Îlonê li bajarê Herfordê yê Elmanyayê wê konserek ji bo piştevaniya Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Kampa Mexmûrê) tê lidarxistin. Hozan Şemdîn, Sosin, Binevş Cizîrî, Zahîr Loran, Fewzî Kiliç û Sîpan Xelat wê derkevin ser dikê. Hatineya ji konserê jî wê ji bo perwerdeya çand û hunerê ya zarok û ciwanan, pêwîstiyên bi amûrên muzîkê bêne bikaranîn.

Hozan Şemdîn di destpêka vê salê de çû Kampa Mexmûrê û du meh û nîv li wir ma. Beşdarî şahiyên 8’ê Adarê, Newrozê û 4ê Nîsanê bû û konser da. Dîsa li wir heşt bernameyên Şevbêrkên Dengbêjan jî kişand. Di her bernameyê de 10 stranên herêma Botan û Colemêrgê bi kamerayê tomar kir.

Hozan Şemdîn, li Kampa Mexmûrê piştgirî da xebatên çandî û hunerî jî. Wî zanîn û ezmûnên xwe bi zarok û ciwanên ku perwerdehiya muzîk û govendê dibînin re parve kir. Her wiha li kampê ji bo strana “Meymokê” ya ji albûma xwe ya dawî jî klîbek kişand. Hozan Şemdîn girîngiyek mezin da serdana malbat û saziyan. Taybetî bi serdana Saziya Malbatên Şehîdan bandor bû.

‘BI XEBATÊN MALA DENGBÊJAN SERBILIND IM’

Em bi Hozan Şemdîn re li ser xebatên çandî û hunerî yên li kampê jî axivîn. Hozan Şemdîn dibêje: “Ez bi xebatên Mala Dengbêjan serbilind im” û ev agahî parve kirin:

“Li Wargeha Mexmûrê Mala Dengbêjan heye. 30 dengbêjên me endamên saziyê ne. Li kampê studyoya tomarkirina dengê jî heye. Hevalên studyoyê stranên dengbêjên me tomar dikin. Mînak bi qasî 200 stranên Dengbêj Xelîlê Hîlalî (Goyî) hene. Me ji wan 70-80 stran nivîsandin. Stranên mayî jî divê bên nivîsandin. Fehîmeya Aviyanî, Nûrê Aviyanî, Aqîde, Rehîme, Cemîl, Şewket, Yûnis, Salih Îke û dengbêjên din jî… Pêwîste hemû berhemên wan bên tomarkirin û nivîsandin.”

Hozan Şemdîn dibêje li Kampa Mexmûrê 12-13 hezar mirovên ji gellê me dimînin. Piraniya wan ji Botanê, hinek jî ji Colemêrgê bûne û got:

“Zimanê kampê kurdî ye û jiyana wan jî kurdewar e. Zarok û ciwanên me jîr in. Bi salan e zarokên me dibistanên seretayî, navîn û amadeyî bi zimanê xwe yê dayikê, Kurdî dixwînin. Gelê me çanda xwe yê resen diparêze. Ew hemû malbatên şehîdan in. Xwediyê bedelên giran in. Kampa Mexmûrê bo stranên otantîk jî kelehek pir girîng e. Divê lêkolînerên muzîkê biçin Mexmûrê, gotin û çîrokên stranan tomar bikin, li ser stranan analîzan binivîsin.”

BERNAME Û ARMANCA KONSERÊ

Hozan Şemdîn ragihand ku di konsera 19’ê Îlonê de li Herfordê Sosin, Binevş Cizîrî, Zahîr Loran, Fewzî Kiliç, Sîpan Xelat û ew beşdarî konserê bibin. Pêşkeşvanên konsêrê jî rojnamevan Gulistan Çiya Îke û hunermend Welat e. Hozan Şemdîn got:

“Ev hemû hevalên me serdana Mexmûrê kirine. Bûne şahîdê xebatên çand û hunerî. Hin pêwîstiyên zarokên me hene. Aliyê amûran û teknîkê… Em bi hev re axivîn, me got: ‘Em dikarin çi bikin?’ Me got em konsêrekê li dar bixin. Hemû hevalan bi dil û can piştgirî dan. Kampa Mexmûrê ji bo me hemûyan sembolek e; ew sembola berxwedan, têkoşîn û fedakariyê ye.”

Hozan Şemdîn diyar kir ku zarok û ciwanên kampê perwerdehiya çandî û hunerî dibînin û ew ê dahata konserê bo pêdiviyên amûr û teknîkî bikar bînin û got:

“Zarokên me di warê ziman, muzîk, govend, şano, wênesazî, helbest û teknîkên lêkolînê de perwerdehiyê dibînin. Mixabin, derfetên kampê kêm in. Neteweyên Yekbûyî jî piştgirî nade. Divê em hesas bin. Gelê me yê li Mexmûrê bedelên giran dane. Ji ber vê yekê, divê guhêkî me her tim li wir be.”

Hunermend diyar kir ku ciwanên ku lîseyê xeles kirine jîr in û aliyê çand, huner û neteweyî xurt in. Lê, ji ber zehmetiyên aborî diçin Bexda, Mûsil û Tikrîtê û dixebitin. Lewma neçar dimînin û karê çand û hunerî ber didin. Hozan Şemdîn got:

“Zarokên ku li Kampa Mexmûrê mezin bûne di pêşarojê de dê bibin hunermend, nivîskar û helbestvanên girîng. Ji ber ku di aliyê teoriyê de zanane û û bi hezkirina şehîdan mezin bûne. Huner birînan derman dike. Êşê sivik dike. Leheng bi rêya hunerê nemir dibin. Zarokên Mexmûrê gelek zor û zehmetî dîtin. Di nav berxwedanê de mezin bûn. Ez bawer dikim ku ew ê di çand û hunerê de pir afirîner bin.”

Herî dawî Hozan Şemdîn bang ji gelê Kurd ê li Herford û derdora wê kir û got: “Em silav û rêzên xwe ji gelê Kampa Mexmûrê re parve dikin û dibêjin: Kampa Mexmûrê ji bo gel û hunermendên me cihekî pîroz e. Di 19’ê Îlonê de, em ê bi gelê li Herford û derdora wê re di konserekê de bicivin û em ê hewl bidin ku layiqî Mexmûrê bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOLN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji DBP’ê banga ji bo ‘Mafê Hêviyê’: Abdullah Ocalan aktorê diyarker e
Nûçeya Pişt re Li Nîjerê di êrîşa çekdarî de 22 gundî hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bîlançoya teqîna li Bender Abbasê giran dibe

Hejmara qurbaniyên teqîna li Bender Abbas a li Îranê bû 25, hejmara birîndaran jî hezar…

Ji aliyê Stêrk TV

Hefteya Çanda Kurd a 3’yemîn li Parîsê bi konsereke bi coş bi dawî bû

Li paytexta Fransa parîsê, piştî hefteyeke têr û tijî ya ji çand û hunera Kurd,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Helebê ji bo 2 şehîdên QSD’ê merasîma xiyabî hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şervanên QSDˊê şehîd Artêş Efrîn û Gerîla Kurdistan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Yelda Ebbasî hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?