Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Eger em bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidin, teqez wê dijmin têk biçe!
Kurdistan

KCK: Eger em bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidin, teqez wê dijmin têk biçe!

KCK: Li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tifaqa AKP-MHP-PDK-DAÎŞ’ê, divê mirov bi ruhê 14’ê Tîrmehê bisekine. Eger em bi ruhê 14’ê Tîrmehê bi topyekûn li ber xwe bidin, teqez wê dijminê qirker û mêtinger têk biçe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê got: “Em dikevin salvegera 42’yemîn a Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Mezin ku ji aliyê Tevgera me ve weke Roja Rûmetê ya Neteweyî hatiye îlankirin. Em şehîdên nemir ên berxwedana 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî, hezkirin û hasret bi bîr tînin, em li ber bîranînên wan ên binirx bejna xwe ditewînin. Di şexsê wan de car din hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û soza xwe ya ji şehîdan re dubare dikin. Em vê roja pîroz a ku gelê me weke Roja Rûmetê ya Neteweyî pîroz dike, li hemû gelê xwe yê welatparêz û mirovahiyê pîroz dikin. Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Mezin, serketinekî pîroz e. Li dijî tûnebûna neteweyî ya li gelê Kurdistanê hatî ferzkirin, bûye berxwedaneke mezin û tevgera serketinê û bi vî rengî rûmeta neteweyî ya gelê me rizgar kiriye. Ji vî alî ve xeta 14’ê Tîrmehê di nava têkoşîna azadiya neteweyî ya gelê me de, dijî.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku yek bûyerên dîrokî ya herî girîng ku divê di dîroka Kurdistanê de were fêmkirin, berxwedana 14’ê Tîrmehê ye û ev tişt hatin diyarkirin: “Dema mirov ji aliyê geşedanên neteweyî, civakî, siyasî, çandî û hunerî ve binirxîne, teqez xwedî wateyeke bi vî rengî ye. Ji vî alî ve pir girîng e ku mirov berxwedana 14’ê Tîrmehê fêm bike. Dîsa divê mirov kesayetên dîrokî yên mezin ku pêşengî ji berxwedana 14’ê Tîrmehê re kirine, bi bîr bîne û fêm bike. Hevrê Kemal, Hayrî, Akîf û Alî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo parastina nirxên mirovahiyê jî kesayetên dîrokî yên pir girîng in ku di şert û mercên zehmet de nûneriya vê yekê kirin. Teqez divê weke mirovên mezin bên dîtin û fêmkirin.

Yê ku herî baş hest, fikir, kesayetiya berxwedêrên 14’ê Tîrmehê vedibêje, gotinên hevrê Hayrî Dûrmûş in ku bêyî tirs diçe mirinê. Hevrê M. Hayrî Dûrmûş dibêje, ‘li ser gora min deyndar binivîsin’ û bi vî rengî hezkirin û dilsoziya xwe ya bi gel, azadî û têkoşînê re nîşan daye. Ji vî alî ve gelê Kurd, ciwanên Kurd û jinên Kurd divê her tim bi minetdarî xwedî li van kesayetên dîrokî yên mezin û têkoşîna wan derbikevin.

PÊVAJOYA DÎROKÎ YA BI SERKETINÊ DAGIRTÎ, LI SER BINGEHÊ BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ BILIND BÛYE

Berxwedana 14’ê Tîrmehê bûyereke girîng e ku divê ji gelek aliyan ve bê lêkoînkirin. Vê berxwedanê cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê ya ku armanc dikir gelê Kurd bi mutlaq tune bike têk bir, teslîmiyet mehkûm kir û îspat kiriye ku wê bi berxwedanê serketin mîsoger bibe. Berxwedan gihand serketinê û pêvajoya têkçûnê ya li Kurdistanê qepat kiriye. Mirov dikare bêje, bi berxwedana 14’ê Tîrmehê re gelê Kurd cara yekem serketina mayînde bi dest xistiye û ketiye nav pêvajoyeke nû. Pêvajoya dîrokî ya bi serketinê dagirtî, li ser bingehê berxwedana 14’ê Tîrmehê bilind bûye. Ji bo pêşketina PKK’ê û tarzê têkoşîna PKK’ê, xeta 14’ê Tîrmehê diyarker bûye. Şoreşa vejînê ya neteweyî jî, encameke dîrokî ya ku berxwedana 14’ê Tîrmehê bûyî sedem e. Rêber Apo li ser esasê xeta 14’ê Tîrmehê, gavên têkoşînê yên mezin avêtiye, gerîla amade kir û şand welêt. Gerîla pêngava 15’ê Tebaxê da destpêkirin, şoreşa vejînê pêk anî û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê mîsoger kiriye.

Yek ji taybetmendiyên herî berçav yên berxwedana 14’ê Tîrmehê, ew e ku çalakiya mezin bê tirs bi cesaret û qehremaniyeke mezin pêş ketibû. Darbeya 12’ê Îlonê ya faşîst weke qirkirineke mezin li dijî civakê bi pêş ket û şoreşger avêtin zindanê û êşkenceyeke giran kirin. Xwestin şoreşgeran bi zext û êşkenceyê têk bibin û civakê teslîmî sîstema faşîst bikin. Yek ji cihên ku êşkence herî zêde lê hate kirin zindana Amedê bû. Zîhniyeta dijî Kurdan, qirker, êşkencekar, nîjadperest û faşîst, zîndana Amedê veguherand cihekî ku rûmeta mirovahiyê lê bê xistin. Ya ku li zîndana Amedê li şoreşger û welatparêzên Kurdistanê hate kirin, nîşan da ku dewleta Tirk a qirker û mêtinger di dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan de çiqasî kûr û bi kok e. Lê belê berxwedêrên zindanan ev bêrûmetî red kirin û bi nîşandana îradeyek ku di dîroka mirovahiyê de mînakên wê kêm e, bi ser ketin. Lewma berxwedana 14’ê Tîrmehê tê wateya serketina vê berxwedana mezin û vala derxistina projeya 12’ê Îlonê ya nîjadperest, qirker û faşîst.

EM BANGA PÊŞXISTINA BERXWEDANA TOPYEKÛN DIKIN

Îro rejîma faşîst a AKP-MHP’ê temsîla projeya 12’ê Îlonê dike. Ji bo ku encama vê projeyê bi dest bixe êrîşî hemû gelan û bi taybet gelê Kurd, jinan, mirovahiyê û xwezayê dike. Armanca êrîşên dagirkeriyê yên berfireh ku li Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin, qirkirina Kurdan e. Divê bi ruhê 14’ê Tîrmehê li dijî van êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û tifaqa AKP-MHP-PDK-DAÎŞ’ê ya li dijî Başûrê Kurdistanê berxwedan were raberkirin. Gava ku bi ruhê 14’ê Tîrmehê berxwedaneke topyekûn were kirin, wê dijminê mêtinger qirker teqez têk biçe û berxwedana gel wê bi ser bikeve. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz, ciwan û jinên Kurdistanê yên welatparêz, gelên Iraqê, hemû gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî gelên Ereb û hêzên sosyalîst azadîparêz û demokratîk dikin ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê helwesteke xurt nîşan bidin û berxwedaneke topyekûn pêş bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevanê di êrişa dewleta Tirk de birîndar bû, şehîd ket
Nûçeya Pişt re Cenazeyê rojnamevanê Çira FM’ê bi merasîmekê hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Moskowê teqîn: Generalekî payebilind mir

Li nêzî paytexta Rûsya Moskowê di encama teqîna wesayiteke bombebarkirî de generalekî payebilind ê Rûs…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk êrîşî gundekî Kobanê kir: 8 welatî birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrîşî gundê Emşa Iwêna yê li Bakurê Kobanê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Rêber Abdullah Ocalan hêviya gelan e’

Welatparêzên ku di navbera salên 80-90’î de çûne qada Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?