Şande ji serokatiya dekan Ziyad El Ayiş, gerînendeyê Rêveberiya Karên Siyasî Ebas El Hisên, gerînendeyê Karên Medenî ya Sûriyeyê Ebdullah El Ebdullah, fermandarê Ewlekariya Hundirîn a parêzgehê dekan Merwan El Elî, endamên Komîteya Entegrasyonê pêk tê hevdîtinek li gel parêzgarê Hesekê kir. Di hevdîtinê de mekanîzmayên lezandina gavên entegrasyonê û pêşxistina tevkariyê di navbera aliyên eleqedar de ku pêkanîna aramiya îdarî û xizmetguzarî li parêzgehê misoger dike hatin nîqaşkirin.
Li kêleka wê jî beşdaran li ser biryarnameya bi hejmara 13ˊan a ji Wezareta Hundirîn di 2026ˊan de hatiye dayîn, ya girêdayî dayîna hemwelatîbûna Sûriyeyê ji bo welatiyên Kurd ên bêqeyd re hat nîqaşkirin. Biryar hat dayîn ku 5 navendên pêşwazîkirina daxwaznameyên wergirtina hemwelatîbûnê û temamkirina kaxizên îsbatkirinê were avakirin û demek ji bo vî karî hat destnîşankirin û wê ji destpêka Adarê ve dest pê bike.
Di dawiya civînê de beşdaran li ser danîna planeke xebatê ya hevbeş ji bo jinûve aktîvkirina stasyona ava Elokê di nêztirîn dem de li hev kirin, ji ber ku ev yek rewşên xizmetguzarî baş dike û pêdiviyên şêniyan dabîn dike.

