Motorsîkleta bombebarkirî li nêzî navenda ragihandinê ya li ser rêya Spî ya gundewarê başûrê Hesekê teqiya. Di encama teqînê de 3 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) birîndar bûn. Motosîkleta duyemîn a bombebarkirî ji cihê bûyerê reviya, tevî ajokarê wê li Taxa Hoş Bairê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.
Li cihê êrîşê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin û der barê bûyerê da lêpirsîn hat destpêkirin.
QSD’ê ragihand ku saet di 5:40ˋan de, şaneyên rêxistina DAÎŞˋê ya terorîst motorsiklêteke bombebarkirî ku xwekujekî diajot li nêzî Çerxerêya Panorama ya li ser rêya Spî-Hesekê teqand, di encamê de 3 şervan bi sivikî birîndar bûn.