Çarşem, 10 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiyên li komîsyonê wê raporên xwe pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 sal û 3 meh ceza li Pinar Aydinlar hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtiyên siyasî cezayê hucreyê û sirgûn Kiryarên kêfî divê bi dawî bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dozger bi biryara beraatê qanih nebûn: Şuştina cenazeyan û tevlîbûna li merasîmê sûc nîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sarisaç: Fikrê Birêz Ocalan li cîhanê kelecanek afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Dersimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez mewlûd hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreş Alan: Feraşîn Bêrîtan rastiya Jin a Apogerî di kesayetiya xwe de afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê Silêmaniyeyê 4 hevşaredarên jin ên ji Bakurê Kurdistanê pêşwazî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê binçavkirinên keyfî zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Hesekê, Til Hemîs û Şedadê cenazeyên 6 şehîdan hatin veşartin
Rojava

Li Hesekê, Til Hemîs û Şedadê cenazeyên 6 şehîdan hatin veşartin

Li Hesekê, Til Hemîs û Şedadê cenazeyên 6 şervanên ku di şerê dijî çeteyan de şehîd ketin bi merasîman hatin veşartin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Cenazeyên şervanên QSDˈê şehîd Umer Qamişlo (Hanî Mitleq El Hilêl), şehîd Ciwan Hesekê (Qusye Ehmed El Marûf), şehîd Baran Hesekê (Mihemed Mehmûd Firêh) û şehîd Zulfîqar (Emar Heşo Hisên) ên ku li Heleb, Dêrazaor û Alyayê şehîd bûne, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hatin veşartin. Bi sedan kes tev li merasîmê bûn û ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ve hat birêxistinkirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewan Şêxo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Rewan Şêxo soza domandina xeta şehîdan da û bang li gelên herêmê kir ku piştgiriyê bidin hêzên xwe yên parastinê.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê Agirê Hesekê jî di kesayeta her 4 şehîdan de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got: “Van şehîdan banga welat bi cih anîn û di rêya parastina xeta neteweya demokatîk û jiyana hevbeş de canê xwe feda kir.”

Agirî Hesekê bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li derdora QSDˈê kom bibin û ev li gotinên xwe zêde kirin “Em soz didin gelê xwe ku em ê xeyalên şehîdên xwe bikin rastî û welat û gelên wê biparêzin.”

Şêwirmendê qebîleya El Cibûr Ekrem Mehşûş sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Em di pêvajoyeke zehmet re derbas dibin. Bi ketina rejîma Esed re jî pirsgirêk bi dawî nebû.  Ji bo parastina herêmê divê eniya navxweyî were bihêzkirin. Divê em li derdora QSD û Rêvebeiya Xweser kom bibin da ku beşdarî proseya siyasî ya çareseriyê bibin. Eger em beşdarî proseya çareseriyê neyên kirin hingî wê çareserî serkeftî nebe.”

Mehşûş bal kişand ser şerê taybet û hewldanên derxistina fitneyan jî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê hemleyeke teşhîrkirinê li dijî me pêk tînin. Hin dezgehên ragihandinê dîmenên derew parve dikin da ku fitneyan belav bikin. Li ser vê yekê divê gelê me hişyar be. Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişî dike û bi dehan kes şehîd û birîndar kirin.”

Ekrem Mehşûş di dawiya axaftina xwe de got: “Bi keda pêkhateyên me û bi yekitiya wan em ê armancên xwe bighînin serî û fitneyan têk bibin. Divê em eniya hundirîn bi hêz bikin. Divê em rê nedin dagirkeriyê. Divê em wefadarên xwîna bi hezaran şehîdan bin. Divê em li derdora hêzên xwe bin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin veşartin.

TIL HEMÎS

Şervanê Hêzên Komandos ên QSDˈê Elaa Hesen El Selûmî ku 7ˈê Kanûnê di berxwedana li Helebê de şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girêseyî li Pakrewangeha Şehîdên Til Hemîsê hat veşartin.

Endamên saziyên sivîl, olî, jin, ciwan û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayîf axivî. Xalid El Nayîf sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku şervanan di rêya parastina gel û welatê xwe de berdêlên giran dane.

Ji fermandarên QSDˈê Selman El Ehmed jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin.”

Rêveberê Saziya Olî ya Til Hemîsê Mutez El Enter jî di axaftina xwe de banga hevgirtinê, parastina herêmê û pêşîgirtina li fitneyan kir.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeya şehîd Elaa hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bi can bi xwîn em bi te re şehîd” hat veşartin.

ŞEDADÊ

Cenazeyê şervanê QSDˈê Ebûd Xelef El Elî ku li herêma Til Hafirê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdên Şedadê hat veşartin. Di merasîmê de şervanê Hêzên Komandos Taha Elî El Hisên ê ku di berxwedana Helebê de şehîd bûbû jî, hat bibîranîn.

Nûnerên saziyan û malbatên şehîdan û gelek şêniyên bajar beşdarî merasîmê bûn ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat organîzekirin.

Di merasîmê de endama Komîteya Jinan Xedîce El Xidêr bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî. Xedîce di axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza domandina rêya wan û piştgiriya QSDˈê da.

Rêvebera Meclisa Kongra Star a bajarê Şedadê Emîra El Seed jî anî ziman ku dê li hember êrişên dagirkeriyê bisekinin û têkoşîna şehîdan nîvco nehêlin.

Emîra El Seed di dawiya axaftina xwe de dayikên şehîdan silav kirin û soza têkoşînê da.

Di dawiyê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehîd Ebûd Xelef El Elî û şehîd Taha Elî El Hisên xwendin û radestî malbatên wan kirin. Hevreyên şehîdan cenazeyên şehîdan hilgirtin û bi dirûşmên berxwedan û dilsoziya bi şehîdan re, spartin axê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dagirkeran êrîşî gundekî Kobanê kirin
Nûçeya Pişt re Li Kobanê û Reqayê êrîşên dagirkeriyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên DYE’yê yên li ser Yemenê: Herî kêm 8 kes mirin

Hate ragihandin ku di êrîşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser paytexta Yemenê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şervanê QSD’ê Ela Xelef hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Cafer (Ela Xelef El Berîş) yê dema li ser erka xwe bû…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Sara sembola berxwedan û baweriyê ye

Gerîlayên jin ên ku li ser xeta şehîd Sara têdikoşin, zor û zehmetiyan hemûyan ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Li Qersê rêyên 17 gundan hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Qaymeqamê Çemçemalê derbarê lehiyê de daxuyanî da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Siwêdayê 3 gorên komî hatin dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê li Dêrazorê êrîşa çeteyan têk bir: Çeteyek hat kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?