Di dema teqînan de sîstemên parastina hewayî alavên teqînê li ezmanê Hewlêrê bê bandor kirin. Hate ragihandin ku dû bi ser taxên qiraxê yên bajêr ketiye.
Li Hewlêrê li gel Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), nuqteyên leşkerî yên hêzên koalîsyonoa navneteweyî jî dibin hedef.
Dema dawî, komên çekdar ên nêzî Îranê li Iraqê û Herêma Kurdistanê êrişên xwe yên li ser leşker û berjewendiyên DYE’yê zêde kirine. Êriş bi taybetî bi droneyan têne kirin.
Lli aliyê din nuqteyên van koman dem bi dem têne bombekirin ku DYE yan jî Îsraîl berpirsyar têne nîşandan.
Rojên dawî li Hewlêrê hema her êvarê dengê teqînan tê bihîstin. Ev rewş rîska ewlehiyê ya li herêmê zêde dike û fikaran xurt dike ku şer dibe ku hîn berfireh bibe.

