Di civînê de Veysî Aktaş ê ku 10 salan bi Rêber Apo re li Girtîgeha Îmraliyê maye, parêzerê Rêber Apo Mazlûm Dînç, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û bi sedan welatî amade bûn.
Civîn li avahiya DEM Partiyê ya Hezexê pêk hat. Di civînê de Gulistan Sonuk axivî û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin û got ev pêvajo bi hevkariya gel birêve diçe.
Gulistan Sonuk, da zanîn ku ew derî bi derî digerin û pêvajoyê reva dikin û wiha domand, “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye. Rêbertî got, ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.’ Yê ku aştiyê bi civakî bike, civaka demokratîk e. Avakirina civaka demokratîk, peywirê me tevan e.”
Gulistan Sonuk, anî ziman ku Rêber Apo bi salan e ji bo civaka demokratîk li çareseriyan digere û got, “Ji bo civakek demokratîk divê em yekîtî û rêxistina xwe xurt bikin. Divê em bi tevahiya baweriyan re lihevkirinê bikin. Rêbertî manîfestoyek amade kir. Divê her kes vê manîfestoyê bixwîne. Ji bo pêkhatina aştiyê divê ewil aştî di navbera jin û mêran de çêbe. Niha dem dema civaka demokratîk e.”
Civîn, piştî axaftinan ji çapameniyê re girtî dewam kir.

