Meclîsa bajarê Bombayê ya li perava rojavayê Hindistanê, diyar kir ku servîsên meteorolojiyê yên Hindistanê ji ber ‘barana zêde û dijwar’ hişyarî dane û ji bo tedbîrê, fermana girtina dibistanan da.
Piştî barana dijwar a ku bi saetan berdewam kir, gelek rêyên bajêr di bin avê de man. Çûn û hatina otobus û trenê li gelek rêgehan hatin rawestandin.
Roja Şemiyê li eyaleta Bihar di encama lêdana birûskê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Serokwezîrê eyaletê Nitiş Kumar daxuyanî da û ji gel xwest ku ‘di rewşa nebaş a hewayê de li malê bimînin.’
Her çiqas baranên mûsonê yên ku ji meha Hezîranê heta Îlonê li seranserê Başûrê Asyayê dibare, ji bo germa havînê kêm bike û rezervên avê nû bikin pêwîst be jî, lê di heman wextê de dibe sedema mirin û hilweşîneke mezin.
Pisporan, diyar kirin ku di demsala baranên mûsonê de, lehî û şemitîna axê gelek caran rû didin û zerareke mezin bi xwe re tînin û gotin ku ev yek bi guhertina avhewayê re zêdetir dibin.
JI NÎVÊ GULANÊ Û VIR VE 66 KES MIRIN
Rêveberiya Afet a Assamê bi daxuyaniyekê roja Yekşemê diyar kir ku li eyaleta Assam a li bakur rojhilatê welêt barana dijwar bariye û di nava 24 saetên dawî de 8 kes mirine. Bi vê bîlançoyê re ji nîvê meha Gulanê û vir ve ji ber barana dijwar ya li eyaletê 66 kes mirin.
DI SALA 2022’YAN DE JI BER LÊDANA BIRÛSKÊ 3 HEZAR KES MIRIN
Li eyaleta Uttarakhand a li bakurê welat jî rayedaran ji ber barana zêde û bahozê hişyarî dan.
Li gorî Enstîtuya Sûc ên Neteweyî, di sala 2022’yan de li Hindistanê di encama lêdana birûskê de nêzî 3 hezar kes mirin.