Li herêma Tai Po ya Hong Kongê agir bi blokên avahiyekê ket. Ji ber şewata mezin herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan, 279 kes jî winda ne.
Şewatê bi dema herêmî saet di 14:51’ê de destpê kir û bi înşaetên li derdora avahiyê ket.
Zêdeyî 800 arkujan ji bo vemirandinê dest li şewatê werdan.
Rêveberên sê şîrketên înşaetê, bi hinceta ku xemsarî di malzemeyên lêkirina avahiyan de kirine, hatin girtin.
Mezinahiya şewatê di asta pêncemîn de hate nîşandan ku li Hong Kongê ev ast asta herî cidî ye.
Rayedaran diyar kirin ku yek ji kesên jiyana xwe ji dest dan arkujek bû. Her wiha gelek arkujên ku hewl dan şewata li avahiya 31 qatî vemirînin birîndar bûn.

