Komên çekdar êrîşî dikanekê li gundê Hekfe yê gundewarê Humsê kirin û 3 kes hatin qetilkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê çekdarên rûgirtî li erebeyeke siwar bûbûn, gule yekser li dikana Ferhan Marûf reşandin, di encamê de Ferhan Marûf, kurê wî Munteceb Marûf û mamosteyê dibistanê Mihemed Şaban ê ji gundê Dihir El Mexer ê girêdayî bajarê Selemiyê yê Hemayê hatin qetilkirin.
Li herêmên di bin kontrola hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de rewşa ewlehiyê kaos e, zehmetiyên şêniyan zêde dibin, tundî û sûcên qetilkirin û revandinê dewam dikin.

