Hat ragihandin ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 8’an a protestoyên li dijî krîza aborî û ketina nirxê riyalê ya li hemberî dovîzê de, herî kêm 582 kes hatin binçavkirin û 17 çalakvan jî hatin qetilkirin. Tê diyarkirin ku çalakvanên birîndar ji ber tirsa binçavkirinê, nikarin biçin nexweşxaneyan.
28’ê Kanûna 2025’an li Sûka Girtî ya Tehranê esnafan li dijî pirsgirêkên aborî, çalakî dan destpêkirin. Çalakî demek kurt li seranserî welêt belav bûn, di roja 8’an de jî li gelek bajaran bi dirûşmeyên dijberê rejîmê dewam kirin.
Li bajarên Kirmaşan, Loristan, Hamedan, Fars, Îlam, Chaharmahal û Bakhtiarî û bajarên girêdayî eyaleta Îsfahanê; Malekshahî, Hamedan, Harsin, Nurabad (Delfan), Kuhdasht, Azna, Lordegan, Fooladshahr û Marvdasht, mirin çêbûne.
Li gorî agahiyên çavkaniyên cur be cur, kesên di dema protestoyan de hatine kuştin 17 kes Kurdên Lor in, yek ji pêkhateya olê Yarsan û kesek jî li Hamedanê Fars e.
YÊN DÎROK Û NASNAMEYA WAN HATINE TESPÎTKIRIN
31’Ê KANÛNÊ
* Ji bajarê Fooladshahr ê eyaleta Îsfahanê, Lorlu Dariush Ansari Bakhtiarvand ê 28 salî di dema protestoyan de gule lê hate xistin û hate kuştin. Çavkaniyan ragihand ku bi kalaşnîkofê lê hatiye xistin û hîna neqlê saziyên tenduristiyê nehatî kirin, jiyana xwe ji dest da.
* Ji bajarê Kuhdasht ê eyaleta Loristan, Amirhesam Khodayarifard ê 22 salî yê ji pêkhateya olê Yarsan, ji mesafeya nêz ji serê xwe gule xwar û hate kuştin. Hat îdîakirin ku piştî mirina wî saziyên dewletê hewl dan wî weke endamê Basij nîşan bidin.
1’Ê ÇILEYÊ
* Ji bajarê Marvdasht ê eyaleta Farsê Lorlu Mansour Mokhtari di protestoyên piştî kuştina Khodadad Shirvanî de, li ber qereqola polîsan a hejmar 11 gule lê hate xistin û hate kuştin.
* Ji bajarokê Azna yê eyaleta Loristan, stajyer parêzer Lorlu Ahmadreza Amanip (28) ji singê xwe gule xwar; piştî rakirin nexweşxaneyê ji ber windahiya xwîn jiyana xwe ji dest da.
*Ahad Ebrahîmpour Abdalî yê 35 salî yê ji gundê Hasan Gaviyar Mirbegê ya girêdayî herêma Delfan a eyaleta Loristanê, li Meydana Beheshteyê bi sê guleyan hate qetilkirin. Şahid, diyar dikin ku dema hewl dida jinek ku di hat binçavkirin rizgar bike, hatiye hedef girtin.
*Bavê du zarokan Lorlu Khodadad Shirvanî yê 33 salî li bajaroka Marvdasht ê eyaleta Fars ji mesafeyek nêz ve bi tabanceyê hat qetilkirin; li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
*Mostafa Fallahî yê 15 salî û Shayan Asadollahî yê 30 salî yên Lorî, li bajarê Azna ya eyaleta Loristan, di encama gulebarana rasterast a dema xwepêşandanan de hatin qetilkirin.
*Li bajarê Azna ya eyaleta Loristanê Vahab Mousavî yê Lorî roja Pêncşemê bi şev hat qetilkirin.
*Ahmad Jalîl ê 21 salî ku bi eslê xwe Loriye û ji bajarê Lordegan ê eyaleta Chaharmahal û Bakhtiari di encama gulebarana rasterast de hate qetilkirin.
*Sajjad Valamanesh ê 20 salî yê ji Lordeganê, di dema xwepêşandanan de hate kuştin. Hat gotin ku ew ne endamê Besîc an jî saziyeke hikûmetê ye. Tê diyarkirin ku zext li malbata wî hatiye kirin. Cenazeyê wî roja Înê 2’yê Çileya 2026’an hat rakirin.
2’YÊ ÇILEYÊ
*Amirhossein Bayatî ku li Hamedanê dijî û zewicîbû, di dema xwepêşandanan de bi guleya rastîn hate qetilkirin. Hat ragihandin ku cenazeyê wî birine Nexweşxaneya Besat a Hamedanê, rayedaran red kiriye ku cenaze teslîmê malbatê bê kirin û her wiha zext li malbatê hatiye kirin ku Bayatî wekî endamê Basîcê bê nîşandan.
*Alî Azîzî Jafarabadî (42) ku bi eslê xwe Kurd e zewicî û bavê zarokekî ye ji gundê Jafarabad-e Hezarkhanî, li bajarokê Harsîn a Kirmanşanê hate kuştin.
3’YÊ ÇILEYÊ
*Mehdî Emamipour Kurdekî ji bajarokê Malekshahi ya eyaleta Îlam, di dema xwepêşandanan de hate gulebarankirin; piştî ku ew rakirin Nexweşxaneya Îmam Xumeynî jiyana xwe ji dest da.
*Farez Aghamohammadi Kurdekî ji heman bajarî, bi gulebarana rasterast a hêzên IRGC’ê hate qetilkirin.
*Reza Azimzadeh ku li Malekshahî dijî, di dema xwepêşandanan de hat gulebaran kirin û qetilkirin.
*Mohammad Moghaddasî yê bi eslê xwe Kurd ji bajarokê Malekshahî ku bi navê "Bozuneh" tê naskirin, di dema xwepêşandanan de hate qetilkirin.
Rêxistinên Mafên Mirovan, ji ber binçavkirin û windahiyên can fikarên xwe anîn ziman û bang li desthilatdarên Îranê kirin ku bikaranîna tundiya zêde rawestînin, agahiyên zelal têkildarê kesên binçavkirî parvebikin û misogeriya ku birîndar bêyî astengî xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê, ava bikin.

