Li gorî nûçeyeke BBC’yê xwepêşanderên Îsraîlî yên rastgirên tundraw ji bo piştevaniya leşkerên ku ji ber miamelaya xirab li girtiyekî Filistînî kirine, tên sûcdarkirin ketine baregeha leşkerî.
Sde Teiman a li başûrê Îsraîlê ev bi mehan e bi nûçeyên miameleya dermirovî ya li dijî girtiyên Filistînî di rojevê de ye.
Roja Duşemê bi dehan xwepêşanderan ku di nav de parlamenterên rastgir ên desthilatdariya Îsraîlê jî cih digirin, deriyên baregeha leşkerî şikandin û dirûşmeyên weke “em terka hevrêyên xwe nakin, ne ji bo terorîstan” hatin berzkirin.
Hate ragihandin ku hin leşkeran li dijî polîsên ku hatibûn leşkerên alîkar binçav bikin, sprey bi kar anîne.
Her wiha xwepêşanderan êrîşî baregeha leşkerî ya Beit Lid a li navenda Îsraîlê jî kirine.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû ketina xwepêşanderan a ji bo beregehên leşkerî şermezar kir û bang kir ku bêyî bûyer mezintir bibin, bila werin bidawîkirin.
Lê belê hin siyasetmedarên Îsraîlî jî girtina leşkerên alîkar şermezar kirin. Wezîrê Ewlekariya Neteweyî yê rastgir Itamar Ben- Gvir jî girtina leşkeran weke şermezariyê pênase kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye jî ku li gorî çapemeniya Îsraîlê girtiyekî Filistînî ji ber tundiya zayendî ya zêde rewşa wî tenduristiyê pir xirab e û ew rakirine nexweşxaneyê. Artêşa Îsraîlê jî ferman dabû ku têkildarî vê nûçeyê lêpirsîn were destpêkirin.