Li Îzmîrê polîsan serê sibehê avêtin ser gelek malan. Di encamê de jî endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Şoreşger a Yekbûyî Mehmet Firat Ekmen, Endama Koordînasyona Navendî ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Rozana Ûrkûn, endama TOP’ê Berfîn Buyukertaş û endama Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst Tûgçe Kizildemîr hatin binçavkirin.
Hate ragihandin ku 4 kesên birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Îzmîrê ji ber parvekirinên xwe yên li medya dîjîtal hatin binçavkirin.