Platforma Ked û Demokrasiyê ya Karşiyakayê bi dirûşmeya “Em ji bo aştiyê dicivin” li pêşiya Karşiyaka ÎZBAN daxuyaniya çapemeniyê da. Komeke nîjadperest gefê êrîşî li girseyê xwar û piştre daxuyanî di dorpêça polîsan de hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Eger çiya, mirov û heta mirin jî westayî be, niha helbestê herî xweş aştî ye” hate vekirin û dowîzên “Aştiyê” ya bi gelek zimanan hate hilgirtin. Beşdaran gelek caran dirûşmeyên “Bijî aştî”, “Ji şer re na, niha aştî” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” avêtin. Tevî rêxistinên bajer û navçeyê yên DEM Partiyê û gelek nûnerên rêxistina civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
Li ser navê platformê Zelîha Danyelî axivî û diyar kir ku şer hemû destkeftiyên mirovahiyê tune dike û wiha got: “Hemû hêzên ku piştgirî didin vê rejîma bi xwîn û komkujiyên wî, wê li ber dîrokê hesabê bidin.”
Zelîha Danyelî bal kişand ser tezkereya ku li Meclîsê hat pêşkêşkirin û wiha got: “Divê pêwîstiyên gelên Sûriyeyê li ber çavan were girtin û tezkere neyê dirêjkirin. Bedela polîtîkayên şer bindest û kedkar didin.”
Zelîha Danyelî destnîşan kir ku aştiya mayîne bi rasterast tevlîbûna gel dikare were pêkanîn.

