Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê, têkildarî pîrozbahiyan li avahiya DEM Partiyê ya Îzmîrê daxuyanî da. Pankarta “Newroza azadî û demokrasiyê: Newroz Pîroz be” hate daliqandin. TJA, Dayikên Aştiyê, partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.
Endama komîteyê û Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Fulya Erdoganê şer, alozî û krîza li Rojhilata Navîn û cîhanê bi bîr xist û got ku perspektîfa civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê îro li dijî krîz û aloziyan bûye vebijêrekeke sereke. Fulya Erdoganê, îşaret bi modêla li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got ku nîşanî hemû dinyayê dan ku pêkvejiyan pêkan e.
Fulya Erdoganê diyar kir ku Newroz ji bo gelê Kurd her wiha berxwedana li dijî zilmê, înkar û koletiyê ye û gelê Kurd daxwaz û îradeya xwe li qadan raber dike. Fulya Erdoganê, xwest ku hemû jin, ciwan, kedkar û azadîxwazin li qadên Newrozê têkoşîna yekitî, azadî, demokrasiyê mezin bikin. Fulya Erdoganê anî ziman ku dê starta Newroza Îzmîrê di 11’ê Adarê saet di 14.00’ê de bi beşdariya Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê û bi pêşengtiya jinan li Kadîfekaleyê bê dayin. Her wiha got ku pîrozbahiya mezin jî dê di 22’yê Adarê saet di 12.00’an de li Qada Gundogduyê li dar bixin û banga tevlibûnê kir.

