Li taxa Doganbey a navçeya Seferihisar û taxa Kuyucak a navçeya Menderes ên Îzmîrê, duh şewatên daristanan destpê kirin û hîna dewam dike. Piştî dinya ronî bû, ji hewayî ve dest bi xebatên mudaxileyê hate kirin. Bi 4 balafir, 14 helîkopter û tîmên bejahî hewl tê dayîn ku şewatên li Menderes û Seferihisarê bên vemirandin.
Ji ber bayê tund helîkopteran nekarîn mudaxileyî şewata daristanê ya ku duh li taxa Kuyucak destpê kirî, bikin. Gelek cihên herêmê hatin tahliyekirin.
Hejmara taxên ku hatine valekirin, derket 10’an.