Sînemaya Ariana ku di salên 1960’an de hatiye avakirin û ji bo kombûna şêniyên bajêr cihek girîng bû, hat hilweşandin. Sînema piştî rêveberiya Talîbanê hatibû girtin.
Li gorî nûçegihanên AFP’ê ragihandine, piştî hilweşandinê tenê kavil û tabelayek ku li ser “navenda nûjen a kirîn û firotinê dê were çêkirin” nivîsî cih digire. Hilweşandina sînemayê rê li ber xemgîniya şêniyên bajêr vekir.
Avahiya sînemayê di şerê navxweyî ya sala 1990’an de zirar dîtiye û di dema desthilatdariya Talîbanê ya ewil de nehatiye bikar anîn. Di sala 2004’an de bi piştgiriya Fransiyan hatiye tamîrkirin û ji nû ve hatiye vekirin.
Di sala 2021’an de dema Talîban vegeriya ser desthilatdariyê, xebatên çandî û sînemayê li Efganistanê rawestiyan.
Hilweşandina Sînemaya Ariana fikarên li ser mîrata çandî ya welêt zêde kiriye.

