Şewata Park şewata daristanê ya herî mezin a ku vê havînê li eyaletê çêbûyî ye. Bi bandora pêla hewaya germ, ji şeva Îniyê û vir ve şewatê qadeke nêzî 100 hezar hektarê tune kir. Şewat a ku bi bilez belav dibe, şewatên bi tund ên li Rojavayê Kanadayê tîne bîra mirov.
Ji rayedarek ê tîma agirkujiyê, Billy See wiha got: “Şewat bi lez belav bû û di saetê de bi hektareke 1.600 û 2.000 bilez belav dibe.”
Li gorî saziya dewletê Cal Fire’yê, tevî hewldana 1.700 agirkujan jî şewat hîna nehatiye kontrolkirin.
ZÊDEYÎ 130 AVAHÎ ŞEWITÎN
Şewat li Chico ku bajarokek biçûk e, destpê kir û bû sedem ku li gundên Cohasset û Forest Ranch 4.000 kes tehliye bibin. Rayedaran diyar kir ku şewatê 134 avahî jî texrîb kirine.
Şewat roja Çarşemê li nêzî Chico ya li Butte County’ê destpê kir û di nava çend saetan de belavî Tehama County a cîran bû û qadeke berfireh texrîb kir. Şewat tenê di nava du rojan de, di dîroka Kaliforniyayê de bû 20’emîn şewata herî mezin. Ji her çar aliyên Eyaletê agirkujan ji bo alîkariyê tîm şandin.
Roja Pêncşemê, polîsan kesekê 42 salî bi gumana ‘wesayîteke şewitî ber bi zinarê ve dehf da û bi vî rengî bû sedemê şewatê’ binçav kir. Dozgerê Butte County ragihand ku ev kes wê heta ku hefteya pêşiya me derdikeve dadgehê, binçavkirî be.