Pêncşem, 19 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Horuş: Gotina ‘bicihanînê’ ya COP31 û polîtîkayên li qadê li hev nayên

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karstarli: Li HABAŞ’ê beriya niha gelek caran karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya ji bo azadiya girtiyên nexweş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyê nû yê Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Colemêrgê li dijî êrîşên zayendî banga ‘têkoşîna birêxistinkirî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Qamişloyê komxebata diyalogê lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûşê ji bo azadiya jinên girtî çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê ya Aştiyê hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji 54 dewlet û saziyan re name şand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li kantona Cizîr û Helebê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê
Rojava

Li kantona Cizîr û Helebê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê

Li gelek deverên kantona Cizîrê û Helebê ji bo 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd dar hatin çandin û şahî hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li deverên cuda yên kantona Cizîrê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Bi pêşengiya jinan bi sedan kes, di nav de nûnerên Rêveberiya Xweser, rûspiyên eşîran, nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, şervan û fermandarên QSD, YPJ û YPG’ê beşdarî pîrozbahiyan bûn. Qadên pîrozbahiyan bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî”, “Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e”, “Bê Serok jiyan nabe”, “4’ê Nîsanê mîlada gelan e” û “4’ê Nîsanê li Rêber Apo pîroz be” hatin xemilandin.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê ya Kantona Cizîr bi beşdariya bi sedan şêniyên Til Temir û Zirganê şahiyek hat lidarxistin.

Di şahiyê de hevserokê Meclîsa Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd Ehmed axivî. Ehmed, bal kişand ser pêvajoyên têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pergala êşkeceyê ya li Îmraliyê û anî ziman ku dê têkoşînê berdewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were.

Li aliyekî din, 200 darên mişmiş, zeytûn û merx li Partka Şehîd Sosin a li navenda navçeya Til Temirê hatin çandin.

DIRBÊSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê jî şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de endama Kongra Star Raziya Îbrahîm axivî û 4’ê Nîsanê li beşdaran û tevahî jinên cîhanê pîroz kir û girîngiya vê rojê bi van gotinan nirxandin “4’ê Nîsanê roja hilatina tîrêjin azadiya li tevahî gelên cîhanê ye.” Îbrahîm, bang li civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji bo azadiya fîzkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

ŞEDADÊ

Di pîrozbahiya li navçeya Şedadê de rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê Îman El Ferec axivî û anî ziman ku ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji tevahî pirsgirêkan re çareserî ye.

Rêvebera Kongra Star a Şedadê Emîra Seed, diyar kir ku serketinên ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine berhemên ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Bi heman armancê endamên Kongra Star a Şedadê 35 dar li Parka Kongra Star a li navenda navçeyê çandin.

HOL

Li navçeya Holê jî şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de endamê Meclîsa PYD’ê Elî El Ehmed axivî. El Ehmed, siyasetên desthilata Tirk ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî banga xurtkirina têkoşînê kir.

Piştre stran, helbest û goven ji aliyê komên hunerî ve hatin pêşkêşkirin. Di dawiyê de beşdaran govend gerand.

TIL BIRAK

Bi wesîleya 4’ê Nîsanê, şêniyên navçeya Til Birakê bi beşdariya şervanên QSD û endamên saziyên sivîl 100 dar li Partka Şehîd Salih El Iwêd çandin. Çalakiya çandina daran ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxistin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê jî 150 dar li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur û Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin çandin.

ÇILAXA

Endamên Kongra Star û saziyên civaka sivîl ên navçeya Çilaxa 100 dar çandin. Dar li pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a li taxa Resafa û avahiya Kongra Star hatin çandin.

DÊRIK

Di heman wesîleyê bi beşdariya şêniyên bajarê Dêrikê, endamên saziyên sivîl û Kongra Star Baxçeyê bi navê ‘Serok Apo’ li gundê Bana Qesrê yê Dêrikê hat vekirin.

Piştî deriyê baxçe ji aliyê malbatên şehîdan ve hate vekirin, 100 dar li baxçe hatin çandin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê û berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîsê 200 şitilên daran li deverên giştî yên navçeyê hatin çandin.

HELEB

Şêniyên bajarê Helebê bi beşdariya şêniyan û endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî 300 darên zeytûnan, behîv, mişmiş û xox li qada Newrozê ya li herêma Şiqêf a bakurê taxa Şêxmeqsûd hatin çandin.

Piştî çandina daran govend hat gerandin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Jin û gelên me yên berxwedêr û têkoşer bi ser ketin
Nûçeya Pişt re MAK’ê li qereqola polîsan xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Etîyopyayê kolera bi lez belav dibe: Zêdeyî 30 kes mirin

Bijîjkên Sînoran Nasnakin (MSF) ragihand ku li rojavayê Etîyopyayê herî kêm 31 kes ji ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Qanûna Çarçove dê rêya demokrasiyê veke

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku di Mitînga Azadiyê ya li Stenbolê de axivî, diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn

Hozan Mizgîn di 34'emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Xwişka…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Kezban Dogan: Li dijî kuştina jinan pêwîstî bi têkoşîna civakî heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karstarli: Li HABAŞ’ê beriya niha gelek caran karker mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?