Duşem, 24 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari: Yekane rêya aştiya mayînde rêxistinkirin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê ji AKP’ê Huseyîn Yaman biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Em ê bi gavên pêbawertir ber bi avakirina Tirkiyeya Demokratîk ve bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê şandeyek ji çar kesan pêk tê biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Serdana Îmraliyê wê bibe gaveke dîrokî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî biryara CHP’ê ya ‘Îmraliyê’ bertek hatin nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê ji bo pîrozbahiya Cejna Berxwedana Neteweyî bang hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaxê Amedê yê ÎHD’ê: Salekê zêdeyî 190 caran mafên zarokan hatin binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûgûr û bavê wî Ahmet Kaymaz li ser gora xwe hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînera 25’ê Mijdarê ya ji bo mêran

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG NRÇ’ê şehîdên sala 2020’an bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: EMEP ji bo serketina pêvajoyê dixebite

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin li qadan e: Em ê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya li dijî jinê zêde dibe: Divê em nasnameya zilamtiyê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Azadî û mafê jiyanê yê jinê di asteke metirsîdar de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sedema bêdengiya civakê ya li pêşberî kuştina jinê, feraseteke veşartî ya qebûlkirinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Jin û civaka rêxistinkirî rêya gihiştina azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Bêyî jinan aştiya mayînde pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Kantona Cizirê li dijî komployê çalakiyên girseyî
Rojava

Li Kantona Cizirê li dijî komployê çalakiyên girseyî

Bi boneya salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Bi boneya salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku 9’ê Cotmeha 1998’an bi derxistina wî ji Sûriyeyê dest pê kir û di 15’ê Sibatê de bi ragirtina wî dewam kir, li 6 bajarên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşên girseyî hatin lidarxistin.

TIL HEMÎS

Di meşa li Til Hemîs de bi navê Kongreya Îslama Demokratîk şêx Silêman El Elî axivî û got: “Em îro girêdan û dilsoziya xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re dubare dikin. Em komployê şermezar dikin. Komplo li dijî projeya neteweya demokratîk pêk hatiye. Kilîta çareseriya aloziyên herêmê azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ye.”

Şêx El Elî bang li xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li pey hewldanên tevlihevî û kîndariyê neçin û heta dawiyê yekitî û hevgirtina xwe biparêzin.

Paşê endama Rêveber a Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ibtîsam El Elî axivî û got: “Ji van meydananan em silavên xwe yên germ ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin. Komployê ji Lihevkirina Edeneyê ve destpê kiribû.”

DÊRIK

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso di çalakiya li Dêrikê de axivî.

Xerîb Hiso Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û diyar kir ku komploya li dijî Rêber Apo bi armanca hedefgirtina projeya wî ya aştî û neteweya demokratîk hat kirin.

Xerîb Hiso destnîşan kir ku Rêber Apo xwedî hêza rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye, banga wî ya dîrokî ji bo aştiyê ye ku rêya rasteqîn a xelasiya ji aloziyan e. Hiso di dawiya axaftina xwe anî ziman ku komplo hîna dewam dike û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga mezinkirina têkoşînê kir.

AMÛDÊ

Di meşa li Amûdê de ji rêveberên Kongra Star a kantona Cizîrê Şeha Xelîl axivî. Şeha Xelîl komploya li dijî Rêber Apo şermezar kir û got, armanca komployê ji bo qutkirina Rêber Apo ji gel û jiholêrakirina ramanên wî yên azad e.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero jî axivî û diyar kir ku komplo li dijî gelan û li dijî hêza xwedîderketina li şehîdan bû û got: “Em teslîm nabin. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûye modela demokasî û jiyana hevbeş.”

GIRKÊ LEGÊ

Di çalakiya li Girkê Legê de ji rêveberên PYD’ê Mihemed Ebdurehîm axivî û got: “Komplo bi armanca şikandina îradeya gelan û têkbirina projeya neteweya demokratîk hat plankirin. Lê bi saya berxwedana têkoşerên ku îlham ji ramanên Rêbertî girtiye, komplo pûç bû. Daxwaza me ya îro ne dirûşmeke ji rêzê ye, lê sonda me ya domandina têkoşînê ta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Ji rêveberên Kongra Star Cewahir Osman jî anî ziman ku azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd û tevahî gelên herêmê ye û got: “Girseya ku beşdarî vê meşê bûye ji cîhanê re teqez dike ku ramanên Rêbertî bûye rêbazek. Her wiha piştrast dike ku nikarin Rêbertî di girtîgehê de bêdeng bikin û têkiliyên wî ji gel qut bikin. Hemû hewldanên tecrîdkirin û tengavkirinê têk çûn, ji ber ku ramanên wî bûn meşaleya ku rêya berxwedana li hemberî destpotî û dagirkeriyê. Meşa me berdewama têkoşîna me ya dîrokî ye.

QAMIŞLO

 

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo meşiyan.

Meş ji Çerxerêya Sonî ya navenda bajêr dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo, alên QSD, YPJ û sembolên Şoreşa 19’ê Tîrmehê hatin vekirin.

Girseyê li Qada Şehîd Rûbar deqeyekê ji bo bîranîna şehîdan rêz girt û sirûda Ey Reqîb hat xwendin.

Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif axivî û bi bîr xist ku dewleta Tirk û dewletên dijberî Kurdan beşdarî komployê bûn û got: “Rêber Apo bi berxwdana xwe girtîgeha Îmraliyê kir navenda şaristaniya demokratîk. Ramanên wî dîwarên tecrîdê şikandin û li Rojavayê Kurdistanê hatiye pratîzekirin. Ramanên wî û peyamên wî yên azadî, aştî û demokasiyê li tevahî cîhanê belav bûn.”

Perwîn Yûsif bang li hêzên navneteweyî kir ku zextên li dewleta Tirk bikin bila sozên xwe bi cih bîne û mafên Kurdan di destûra Tirkiyeyê de mîsoger bike.

Endamê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Kenan Berekat jî anî ziman ku komploya berî 27 salan dest pê kir dewam dike û ev li axaftina xwe zêde kir: “Sivikkirina tecrîdê têrê nakê, daxwaza girse zelal e ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Divê banga bi mîlyonan kesî were bersivandin.”

Berekat destnîşan kir ku tevî bangên domdar ên Rêber Apo ji bo aştî, diyalog û çareseriyê jî lê dewleta Tirk di siyasetên xwe yên înkarê û şer de israr dike.

TIRBESPIYÊ

Li Tirbespiyê endama Rêveber a Kongreya Star Hemrîn Elî axivî û got ku yekîtiya Kurd, Ereb û Suryaniyan di vê boneyê de nîşan dide ev daxwazeke gelêrî ye û ev tişt anî ziman: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwazeke gel e. Bi taybet piştî rêgeza demokratîk û jiyana hevbeş di herêmê de pêk hatiye. Komploya navneteweyî li dijî hevgirtina gelên azadîxwaz pêk hatiye. Bi taybet jî li dijî jinên baweriya xwe bi fikrê rêber a azadîxwaz anîne. Niha di asta cîhanê de jinên herêmê bûne nûnera jinên azadîxwaz.”

Paşê endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Welîd Efrînî axivî û got komploya li dijî Rêber Apo hewldana têkbirina projeya demokratîk e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îradeya gelên bi fikra Rêber Apo bi pêş ve çûne, dê tekoşîna xwe heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were, dewam bike.”

Meş bi dirûşmên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.

HESEKÊ 

Li bajarê Hesekê bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan bi boneya salvegera 27’an a Komploya 9’ê Cotmehê meşiyan. Giseya gel li Çerxeriya Sînalko hatin cem hev û heta Çerxeriya Navenda Agirkujiyê meşiyan. Meşvanan posterên Rêber Apo û  pankartên bi nivîsên li dijî komployê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vekiribûn.

Meşvan bênavber dirûşmên li dijî komployê û daxwaza azadiya Rêber Apo beriz dikirin. Girse li Çerxeriya Navenda Agirkujiyê kom bûn. Li vir hevserokê Meclisa Gel a Hesekê Farûq Tozo axivî û got ku Rêber Apo bingeha aştî û demokrasiya herêmê daniye û destnîşan kir ku dema azadiya wî ya fîzîkî hatiye.

Meş bi dirûşman bi dawî bû.

TIL TEMIR

Şêniyên Til Temir û Zirganê jî bi heman armancê û ji bo şermezarkirina êrişa li dijî Serkaniyê û Girê Spî ya di 9’ê Cotmehê de destpê kir, meşek girseyî lidar xist. Girseya gel li ber navenda Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temir hatin cem hev. Ji vir geseya gel ku ji Ereb, Kurd, Asûrî û Suryan ên ji Ti Temir û Zirganê, her wiha koçberên Serêkaniyê û Efrînê jî beşdarî meşê bûn. Nûnerên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û rûspiyên herêmê jî beşdarî meşê bûn.

Meşvanan posterên Rêber Apo û alên QSD’ê vekiribûn. Her wiha diruşmên li dijî dagirkeriya Tirk û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berz kirin û heta rêya M4 meşiyan.

Li vir li ser navê pêkhateya Ereb Adil El Hemad axivî û got, dewleta Tirk sûc û binpêkirinên xwe didomîne, hêzên navneteweyî beranberî kirin û sûcên dewleta Tirk bêdeng in. El Hemad her wiha destnîşan kir ku komploya li dijî Rêber Apo û dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî bi heman konseptê pêk hatiye û got:  “Armanc têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.”

Li ser navê pêkhateya Kurd Eyhan El Yûnis axivî û bibîr xist ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne sembola berxwedanê û ev tişt anî ziman: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jinan ev destkeftî bi dest xistine. Niha sembola azadiya jinan in. Em soz didin em ê têkoşîna xwe heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgrkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî bidomînin.”

TIL BIRAK

Li bajarê Til Birak ji bo meşa şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, tevahî şêniyan dikanên xwe venekirin û beşdarî meşê bûn.

Bi sedan şênî, tevahî endamên saziyên sivîl, hêzên leşkerî, partiyên siyasî, mamoste  beşdarî meşê bûn.

Girse bi hildana wêneyên Rêber Apo û pankartên “Em Komploya Navneteweyî şermezar diki û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin” ji deriyê ketina rojavayê bajar dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana Îmraliyê û banga mezinkirina têkoşîna azadiya wî ya fîzîkî hatin berzkirin.

Meş li çerxerêya Hêzên Ewlekariya Hundirîn veguherî mîtîngê û deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama Meclisa Bajarê Til Birakê Efaf El Salih axivî. Efafê diiyar kir ku tevahî komployên bi armanca jiholê rakirina ramanên Rêber Apo têk çûn û got: “Ramanên wî bûn îlhama domandina şoreşê.”

Endama Kongra Star Sîmav Etê jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ronakbîrê siyasî yê yekemîn e projeyek pêşkêş kir ku xizmeta gel dike, lew ra jî hêzên navneteweyî komplo li dijî wî pêk anîn. Sîmav bang li rêxistinên hiqûqî kir ku pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bi dawî bike û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe ” bi dawî bû.

ŞEDADÊ

Bi pêşengiya Meclisa bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê jî meşek girseyî hat lidarxistin. Şêniyên Mergeda, Erîşe û Deşîşayê jî beşdarî meşê bûn.

Meş ji pêşiya avahiya PYD’ ê ya bajarê Şedadê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina komployê hatin berzkirin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hat kirin.

Meş li pêşiya Parka Rêber Apo bi dawî bû û veguherî mîtîngê. Bi navê Meclisa PYD’ê y a Şedadê Yûsif Dahir axivî. Yûsif di axaftina xwe de destnîşan kir ku komplo ji bo hedefkirina fikirê neteweya demokratîk û azadiya gelên Rojhilata Navîn hat kirin, lê bi saya berxwedana gelan têk çû. Yûsif Dahir ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were banga mezinkirina têkoşînê kir.

Bi navê Meclisa PYD’ê ya Mergedayê jî Nebîh El Hesen axivî. El Hesen destnîşan kir ku revandina Rêber Apo hewldanek ji bo şikandina vîna gelan bû, lê ev hewldan veguherî  rêya mezinkirina têkoşînê.

Bi navê Meclisa Bajarê Şedadê Emel Mihemed jî axivî û got, tecrîda 27 sal e li  dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dike binpêkirina pîvan û qanûnên mirovî ye. Emel Mihemed bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez Rêber Apo azad bike.

HOL

Şêniyên bajarê Holê yê kantona Cizîrê jî ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê çalakiyek li pêşiya navenda Perwerdeyê li dar xist. Nûnerên PYD, Rêveberiya Xweser, Kongra Star û bi dehan şênî beşdar bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa PYD’ê ya Holê Emar Mûsa axivî. Emar Mûsa anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan tevahî komployên pergalên kapîtalîst û yên dewleta Tirk vala derxistin û girtîgeha Îmraliyê kir minareya azadiyê.

Emar Mûsa di dewam axaftina xwe de destnîşan kir ku ramanên Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûye.

Hevseroka Meclisa Bajarokê Um Hicêra Emîra Xelef jî axivî û diyar kir ku revandina Rêber Apo dawî li têkoşîna gel neanî, lê israra domandina meşa azadiyê zêdetir kir. Emîra Xelef got, felsefeya Rêber Apo ji tevegerên azadiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye bingeh.

Di çalakiyê de endama Kongra Star Hesa Îsmaîl jî anî ziman ku Rêber Apo fîzîkî dîlgirtiye lê bi fikr û felsefya xwe azad e. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û Neteweyên Yekbûyî kir ku destwerdanê bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

Çalakî bi berzkrina dirûşmên bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Li bajarê Dirbêsiyê jî yê kantona Cizîrê bi sedan kes bi meşekê komplo şermezar kir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.

Girse ji pêşiya Parka Şehîd Zevîn dest pê kir û li pêşiya Navenda Yekitiya Jinên Ciwan veguherî mîtîngê. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Wêneyên Rêber Apo hatin bilindkirin û pankartên bi banga rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî  ya Rêber Apo jî hatin vekirin.

Li pêşiya Navenda Yekitiya Jinên Ciwan ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama Kongra Star Ebîr Hesen axivî. Ebîr komploya navneteweyî û pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo şermezar kirin û got: “Armanca komployê têkbirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû. Lê berxwedana gel a bi pêşengiya ciwanan komplo têk çû û rihê berxwedanê geştir bû.”

Ebîr Hesen bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were jî banga mezinkirina têkoşînê li gel kir.

Di mîtîngê de endamê PYD’ê Egîd Misto jî axivî û ev tişt got: “Komplo bi serhildana gelê azad rû bi rû ma. Bi ramanên Rêber Apo zindana Îmraliyê bû minareya aştî û azadiyê.”

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Apo û têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ferzende Mûnzûr: Komplo di xeleka xwe ya herî lawaz de ye
Nûçeya Pişt re Di salvegera dagirkerinê de banga ’vegera ewle’ hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nasnameya 2 şehîdên ewlekariya hundirîn hate eşkerekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 2 endamên xwe eşkere kir ku di şerê li dijî DAÎŞ'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Awûstralyayê bi sed hezaran kes ji bo Fîlîstînê daketin qadan

Li dijî şerê Îsraîlê yê li Xezeyê bi sed hezaran kes li Awûstralyayê daketin qadan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qoserê ÎHA’yek ket

Li navçeya Qoser a Mêrdînê vê sibehê balafireke bêmirov (ÎHA) ket bexçeyê bazara genim.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Wê ji AKP’ê Huseyîn Yaman biçe Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê ji bo pîrozbahiya Cejna Berxwedana Neteweyî bang hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî bi Şêx Manî El Cerba re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Humsê 2 ciwanên ku hatibûn revandin, hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?