Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê biryarnanemya dirêjkirina saetên qedexeya derketina derve li tevahî bajarên kantonê da.
Di biryarnameyê de ev agahî hatin parvekirin: “Li ser bingeha pêdiviyên berjewendiya giştî û li gorî talîmatên ku di biryarnameya bi hejmar /1/ a berê de hatine destnîşankirin, û bi berçavgirtina çalakiyên zêde yên şaneyên terorîst ên DAIŞˊê û ji bo parastina ewlehî û aramiyê li kantona Cizîrê, Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê saetên qedexeya derketina derve li hemû bajar û bajarokên kantonê dirêj kirin.
Ev biryar hatine girtin
–Demjimêrên qedexeya derketina derve li hemû bajar û bajarokên Kantona Cizîrê dê ji saet 6:00ˊan êvarê heta 8:00ˊan sibehê were dirêjkirin.
– Di saetên qedexeya derketina derve de tenê tevgerîn ji bo hêzên leşkerî û ewlehiyê ye.
– Desteya Hundirîn ji hevmelatiyan dixwaze ku ji bo parastina ewlehî û aramiyê pabendî biryarên hatine dayîn bibin.
Ev biryarname ji roja weşandina wê heta agahdariyeke din derbasdar e.”

