Îro bi hezaran şêniyên kantona Firatê, cenazeyên şehîd Fedekar Helinc (Bozan Osman) ê li Dêr Hafirê şehîd bû, şehîd Çiya (Macid) ê li Minbicê şehîd bû, şehîd Dilşêr (Mistefa Sehdûn) ê li Minbicê şehîd bû û Demhat Helinc (Mehmûd Osman) ê li Dêr Hafirê şehîd bû, bi merasîmeke bi heybet li pakrawangeha Şehîd Dîcle veşartin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştre Hevseroka Desteya Jîngehê ya kantona Firatê Elmaz Romî axivî. Elmaz Romî anî ziman ku ew ê bi hêza xwe bi ser bikevin û got: “Şehîn ew in yên ku canê xwe ji bo azadiyê û rûmeta gelan feda dikin. Divê em jî xwedî li wan û nirxên wan derkevin. Em di pêvajoya hebûn û tunebûnê re derbas dibin, ji bo wê jî divê em li dora hêza xwe kom bibin, divê em rê nedin êrîşên dagirkeriyê.”
Piştre jî wesîqa şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan bi berzkirina dirûşmeyan li pakrawangeha Şehîd Dîcle hatin veşartin.