Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de li paytexta Kenya Naîrobiyê ji hêla hêzên hegemon ve hate revandin ê radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin û 3 sal in agahî jê nayê girtin. Dostên Kurdan di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Li gelek navendên cihanê xwedî li pêngavê derketin. Ji van deverên girîng yek jê Kenyayê ye.
Revolutionary Socialist Leaguedi 25’emîn salvegera komploya navneteweyî de li Kayolê ya Kenyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan semînerek li dar xist.
Semînera li Kayole Community Justice Center pêk hat. Rêxistinên mîna Africans Rising, Korogocho Peace and Justice Centre, Ecological Justice Movement, Kayole Community Justice Center, Revolutionary Socialist League, Njiru Feminists Network, MAU MAU road haki center, Mathare Community Justice Center, Ukombozi Library, Olepolos Community Justice Center, Women in Justice Centers û gelek kes beşdarî semînerê bûn.
DIJMINÊ KURDISTAN Û KENYAYÊ YEK IN
Piştî axaftina vekirinê ji aliyê endamê navendê ve nivîsek hat xwendin. Di semînerê de li ser dîroka têkoşîna azadiya Kurd û komploya navneteweyî nîqaş hatin kirin. Di axaftinan de li ser dersên ku ji komployê werin derxistin hatin niqaşkirin û hat gotin ku dijminên Kurdistanê û Kenyayê yên wê demê û niha yek in.
Ciwanek diyar kir ku hêzên ku komploya navneteweyî li dar xistin dijmin gelê Kenyayê ne û ev tişt anî ziman:
“Bi taybetî ev dewleta Îsraîlî ye ku wê demê û niha jî polîs û hêzên ewlekarî yên Kenyayê perwerde dike. Polîsên Kenyayê zordestiyê li gel dikin û ciwanan gulebaran dikin. Gel di nav xizaniyê de hiştine û nahêlin gel jiyaneke bi rûmet bijîn.”
Heman ciwan anî ziman ku yên komploya navneteweyî plan kirin û pêk anîn hêzên emperyalîst in û wiha domand: “Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî komployê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan ancax di qada navneteweyî de bi awayekî serketî dikare were meşandin.”
DAXWAZA AZADIYA ABDULLAH OCALAN XURTIR BIKIN
Piştî niqaş û axaftinan daxuyanî hat dayîn û ev tişt hat parvekirin: “Divê li dijî komploya navneteweyî bi hevgirtina gelan a navneteweyî bê sekinandin. Em ê piştgiriya navneteweyî ya bi têkoşîna azadiya gelê Kurd re nîşan bidin, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan xurtir bikin û yekîtiya gelan pêş bixin.”
Aktîvîstê Revolutionary Socialist League Lewis Maghanga bal kişand ser girêdana di navbera têkoşînên herdu gelan de û wiha got: “Azadiya Abdullah Ocalan, ji bo gelê Kenyayê jî wê were wateya serketina sosyalîzma navneteweyî. Di heman demê de wê Kenyayê ji emperyalîzmê rizgar bike. Her wiha wê têkoşîna azadiya Kurd û têkoşîna azadiyê ya hemû gelên bindest jî were wateya serkeftinê. Têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan, têkoşîna azadiya me ye.”