Dorpêça li ser bajarê Kobanê ji 20`ê Çileyê û vir ve dewam dike. Hemû pêdivî hîn jî qut in. Li gel vê yekê jî gelê Kobanê xwe ji bo cejnên Newroz û Remezanê amade dike. Bi taybetî jî bi cil û bergên Kurdî amadekariya Newrozê tê kirin. Ciwan bi şal û şapikên Kurdî û dayîk jî bi kiras û xeftanên Kurdî, bi taybetî li gorî çand û kultura Kobanê ya Kurdî ku tê de Kiras, Xeftan, Bervanek, Şeirê Kêsrewan, Kirasê Meles, Îşqor, Bervanek û Kember hene, xwe ji bo pîrozbahiyan amade dilkin.
Sûk jî bi rengê Kurdîbûnê, bi cil û bergan hatiye xemilandin. Li dikanan jî şal û şapikên Kurdî yên ji bav û kalan ve ku remza xweşikbûnê ne, heye. Ciwan jî bi wê yekê re bi dilxweşî dikirin û ji bo cejna Newrozê xwe amade dikin.
Xelkê Kobanê dibêje ku ew pir dilxweşin bi vê Newrozê re, ji ber ku rihê berxwedanê di asta herî bilind de ye.
Ji şêniyên Kobanê Mistefa Mixtar ji ANF’ê re axivî. Mistefa Mixtar ku karê cil û bergên Kurdî dike, 11 sal in vî karî dike. Têkildarî kirîna cil û bergên Kurdî got, “Ji bo me civaka Kurd, Newroz rojeke cuda ye. Jin bi rengê Kurdîtiya xwe, xwe ji Newrozê re amade dike. Em niha astengiyê ji ber nepeydabûna cil û bergan dibînin. Ji ber dorpêça giran ew qemyonên ku ji me re tê, bi rengekî gelekî biha li ser rêyê ji aliyê Hikumeta Demkî tê standin.”
Mistefa Mixtar anî ziman ku li gel dorpêçe jî ji ber ku Newroz e gel bi coş berê xwe dide dikanên kirîna cawan û dest bi amadekariyên cejna Newrozê dikin û got: “Em tu carî bi dawî nabin, em tune nabin. Newroz jî wê agirê xwe heta hetayê jî li dar be û pêketî be.”
Dikandar Adil Şêro ku ew jî cil û bergên Kurdî yên ciwanan difiroşe diyar dike ku Kobanê niha li benda Newrozê ye û got. “Her kes ji bo Newrozê li bendê ye. Her kes bi cil û bergên Kurdî xwe dixemilînin. Gel berê xwe didin dikanan û cilan dikirin. Niha Newroz li gel me merseleya hebûnê ye. Ji serdema dîktatoriya BAAS’ê jî me pîroz dikir, ew ji bo me rojeke pîroz e.”
Adil Şêro ragihand ku ew şanazin ku bi cil û bergên Kurdî Newrozê pîroz dikin û got, “Em ê Newroza xwe bi rihê berxwedaniyê geş bikin. Wê îsal Newroza me jî ji her salê xweştir be, ji ber ku rihê berxwedanê bilind e. Newroz jî bi xwe serhildan û vejînbûn e.”
Di heman demê de jî gel xwe ji cejna Remezanê re jî amade dike; bi kirîna şîraniyê, bi çêkirina kuloran. Gelê Kobanê dibêje ew ê bi rjuhê berxwedanê hem Newroza xwe û him jî cejna xwe ya Remezanê pîroz bikin.

