Tevî dorpêça giran jî, bajarê Kobanê careke din bi rîtma berxwedan re, hilm digire. Govenda berxwedanê ku li dora qada Jina Azad bi rihê ‘Serketina Kobanê’ mezin dibe, biryardariya bi hezaran kesan di yek çemberê de dike yek. Li aliyekî stranên berxwedanê tên gotin û li aliyê din jî tilîliyên şervanên YPJ’ê û dayikên berxwedêr ezman tijî dikin. Dirûşma ‘Em ê Kobanê nehêlin” ne tenê dirûşimek e; ew vediguhere îradeyek hevpar ku li her kolanek bajêr deng vedide. Tevî nebûna av, elektrîk û dermanan jî, gelê Kobanê her roj di biryardariya xwe ya parastina ax û rûmeta xwe de xurttir dibe.
Ciwanên Kobanê, yên ku li dora qada Jina Azad tevlî govenda azadiyê bibûn ji ANF’ê re axivîn û biryardariya xwe ya ji bo berxwedanê dubare kirin.
Alan Bozan, anî ziman ku têkoşîna li Kobanê berxwedaneke dîrokî ye û diyar kir ku ev ax ji bav û kalên wan mîrateyek e. Bozan, diyar kir ku bav û kalên wan çawa van xakan ji êrîşên hovane parastine ew ê jî îro bi heman biryardariyê li ber xwe didin. Bozan, têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê bibîr xist û got ku ew kesên ku hewl didin nêzîkî Kobanê bibin dê rastî berxwedaneke xurt a gel werin. Bozan, baweriya xwe bi gelê xwe û hêza xwe anî ziman û diyar kir ku Kobanê wê tu carî teslîm nebe.
Alan Bozan, destnîşan kir ku ew li ser şopa şehîdan dimeşin û got ku gelê Kurd xwe bi têkoşîn û berxwedanê avakiriye. Bozan, diyar kir ku bi hezaran ciwan ji bo berxwedanê amade ne û got ku ew xwe bi çek û îradeyek mezin pêçan e. Bozan, anî ziman ku çi dibe bila bibe ew ê têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin û got ew ê tu carî rêya şehîdan bernedin.
Aliya Bekî, jî diyar kir ku berxwedana li Kobanê dê heta dawiyê bidome. Aliya Bekî, da xuyakirin ku ew ê têkoşînê hîn mezintir bikin û got Koban bajarê wan e û ew ê tu carî jê dernekevin. Aliya Bekî, têkçûna DAÎŞ’ê ya di sala 2015’an de bi bîr xist û diyar kir ku ew ê bi heman ruhê berxwedanê êrîşên îro jî têk bibin. Aliye Bekî, di dawiyê de diyar kir ku Kobanê tu carî teslîm nabe û gelê wê dê di her şert û mercî de li ber xwe bide.

