Bi sedan gelê kantona Firatê û malbatên şehîdan, bi munasebeta 15`ê Tebaxê, şehîd hatin bi bîranîn, bi sedan malbat serdana gorên zarokên xwe kirin û li wir şehîdên xwe bi findan bi bîr anîn.
Hevserokê Akademiya Emgîhan Cûdî yê Malbatên Şehîdan Silêman Silêman axivî û got: “Ev roj ji bo me mîladeke nû ye. Dewletên dagirker digotin ku êdî me li serê Kurdan baton kiriye û ne mûmkîne ku êdî Kurd rabin ser piyan, lê me bi vê rojê ew baton şikand û bû roja mîlada me.”
Dûra jî malbatên şehîdan li ser gora zarokên xwe find pêxistin û şehîd hatin bi bîranîn.