Ji ber qutbûna elektrîkê, hemû stasyonên avê li bajarê Kobanê ji xizmetê derketine û li bajêr ava vexwarinê kêm bûye. Çeteyên hikumetê jî êriş û dorpêça li ser herêmê dewam dikin.
Ev rewş, ji ber koçberbûna hejmareke mezin a şêniyên gundên derdorê û kampa koçberan a Til El Simin û kampên Tebqayê ber bi bajarê Kobanî ve, bi awayekî karesatbar xirabtir bûye.
Li gorî amarên sala borî, hijmara şêniyên bajarê Kobanî û gundewarê wê 400 hezar kes e.
Di rewşa heyî de rêvberiyên herêmî li ser projeyek alternatîf dixebitin û hewl didin bîrên nû bikolin û bixebitînin da ku avê peyda bikin.
Hevseroka Rêveberiya Avê li kantona Firatê, Zozan Xelîl ji ANHA’yê re axivî û got, “Krîza heyî bi hezaran sivîlan rojane dixe ber dijwarîyên jiyanê, û tirs hene ku eger çareseriyên lezgîn û domdar neyên dîtin, karesat dê xirabtir bibe.”

