Di êrîşeke çekdarî de li herêma Cauca ya Kolombiyayê herî kêm şeş kes hatin kuştin û gelek kesên din jî bi giranî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên rayedaran, êrîşkar bi du wesayîtan hatine herêmê û gule reşandine. Rayedarê xwecihî Felîpe Acosta, ragihand ku êrîşkar kesek li derve û pêncên din jî di hundirê avahiyekê de kuştine.
Tê ragihandin li herêma ku êrîş hatî kirin gerîlayên berê yên FARC’ê û gelek komên çekdar ên din li herêmê kar dikin. Sûcdar hîn jî nayên zanîn, çav li rêye ku hêzên ewlehiyê bi desteka artêşê bikeve herêmê.
Welat ji ber zêdebûna tundûtûjiyê krîzeke ewlehiyê ya cidî dijî. Li gorî Enstîtuya Lêkolînên Aştî û Pêşketinê, hejmara êrîşan di sala 2026’an de gihîşt 36’an, ku ev asta herî bilind a salên dawî ye.
Serokkomar Gustavo Petro bi armanca meşandina pêvajoyeke aştiyê ya berfireh bi hemû komên çekdar re di sala 2022’yan de hatibû ser desthilatdariyê. Tê diyar kirin ku pêvajoya aştiyê nekarî pêşveçûnek xurt çêbike.

