Li herêma Nariño ya Kolombiyayê ku li ser sînorê Ekvadorê ye, kaneke zêr a bi qaçaxî dihate bikaranîn hilweşiya. Di encamê de 14 kes mirin, 7 kes jî birîndar bûn. Rayedaran 19’ê Cotmehê roja Duşemê adxuyanî dan û diyar kirin ku karê lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûye.
Rayedaran diyar kirin ku ji ber cihê bûyerê herêmeke asê ye, her wiha ji ber hebûna rêxistinên sûc ên li herêmê, tîmên rizgarkirinê bi zorê xwe gihandin cihê bûyerê. Hate ragihandin ku komên çekdar ên li Nariño ne, bi rêya qaçaxçitiya narkotîkê, perestandina bi zorê û madenkariya zêr a qaçaxî hatineyê bi dest dixin.
Li herêmê meha Tebaxê jî qezayeke din a madenê rû dabû û 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

