Li qada madenê ku bi 70 kîlometreyî li rojavayê paytext Gomayê ye û niha di bin kontrola koma çekdar a M23 de ye, roja Sêşemê hezazê rû da.
Li gorî rayedaran herî kêm 200 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku nêzî 70 ji kesên jiyana xwe ji dest dan zarok bûn. Her wiha gelek birîndar jî rakirin navendên tenduristiyê yên li Gomayê.
Qada madenê ya Rubaya ku ji sedî 15 heta 30 ê hilberîna koltan a li cîhanê dike, ji bo derxistina mîneralên stratejîk ên ji bo pîşesaziya elektronîk weke yek ji navendên herî girîng tê dîtin. Te gotin, herêm ji sala 2024’an û vir ve di bin kontrola M23 de ye û kom ji hilberîna madenê bacê werdigire û bi vî rengî hatineyeke girîng bi dest dixe.
Tê gotin, li Rubayayê bi hezaran madenkar di nava şert û mercên giran de ku ji tedbîrên ewlekariyê bêpar in, têne xebitandin.

