Yek ji mûşekê Supayê hêzên rejîma Îranê li baregeheke ya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê ya dikeve sînorê bajarokê Dêgeleyê ket.
Hate ragihandin ku saet 21:45 mûşekek ya hêzên rejîma Îranê arasteyî Baregeha Firqeya 11’an ya Fermandariya Devera Yek ya Wezareta Pêşmerge hate kirin.
Berpirsê CPT-Kurdistan-Iraqê Kameran Osman ragihand ku êriş li sînorê bajarokê Dêgele ya dikeve ser Parêzgeha Hewlêrê pêk hatiye û di encama êrişê de ziyanên madî pêk hatiye.
Li gorî agahiyên hatin girtin di êrişê dae ti ziyanên canî pêk nehatiye. Ziyanên madî tenê pêk hatiye.
Hate ragihandin ku du mûşekên rejîma Îranê yên hatibû avêtin ji aliyê sîstema parastina hewayî ve li esmanê Koye hate teqandin.
Qeymeqamê Koyê Tariq Heyderî ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku saet 19:54 deqîqeyan du mûşekên rejîma Îranê li nêzîkî benda Topzava ya dikeve navbera Gundê Şêxewan û Topzava de hate teqandin. Heydarî anî ziman ku teqîn bi hêz bû û rê li ber tirsê vekir û li herêmê hemû hate bihîstin.
Qeymeqam anî ziman ku mûşek ji aliyê sîstema parastinê ya esmanî ve hate teqandin.
Ji ber teqînê xelên Rojhilatê Kurdistanê ku li Kampa Azadî û Zewiya Spîn ya li Koyê ji tirsa malên xwe valakirin.
Qeymeqamê Koyê diyar kir ku piştî teqînê rewşa navçeyê arama û hêzên ewlekariyê ji bo parastina welatiyan di nava amadekariyê de ne.

