Li bajarê Magdeburg ê rojhilatê Elmanyayê, wesaîtek ket nav qerebalixiya li bazara Noelê û di encama vê bûyerê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 80 kes jî birîndar bûn. Rayedarên herêmî ev bûyer wek “êrîşa terorî” nirxandin.
Hejmara mexdûran hêj nediyar e lê belê hat ragihandin ku ajokarê wesaîtê hatiye girtin. Gelek polîs û tîmên alîkariya lezgîn hatin cihê bûyerê. Rêveberê bazara Noelê banga terikandina navenda bajar li gel kir.