Li paytexta Rûsya Moskowayê bi pêşengiya Mala Gelên Rûsyayê şahiyek bi navê ‘Rûsya ya pirneteweyî’ hate lidarxistin.
Şahî bi armanca pîrozkirina ‘Roja Rûsyayê’ hate lidarxistin û ji neteweyên cuda komên govend, folklor, hunera gelêrî, koreografî û muzîkê beşdar bûn.
Ji neteweya Kurd a li Rûsyayê jî Koma Rûken a govendê beşdarî pîrozbahiyê bû.
Koma Rûken govenda ‘Elo Dîno’ ya herêma Colemêrgê û ‘Kelya Başkala’ pêşkêş kir û gelekî bal kişand.