Êz îro dîsa ji te re dinivîsim mamo. Mîna ku ez her 8’ê Adarê dikim. Ji ber ku îro ne tenê rojek bîranînê ye; îro roja ku gelê Kurd ji nû ve rabû ser piyan e.
Dema hûn şehîd bûn, dibe tiştê ku we herî baş dizanî bû, azadiya gel bi azadiya jin ve girêdayî ye.
Felsefeya azadiya jinê ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêş xistin ew e ku vê rastiyê bi awayekî herî zelal fêrî me dike. Gotinek ku wî çend sal berê gotibû, îro li seranserê cîhanê deng vedide:
“Asta azadiya civakê, bi azadiya jinê tê pîvandin.”
Îro dengê Jin, Jiyan, Azadî ku li çiyayên Kurdistanê, Rojava û kolanên Rojhilat bilind dibin, nîşaneya bi jiyanîbûna vê ramanê ye.
Jin Jiyan Azadî!
Êdî ev her sê peyv ne tenê dirûşme, di heman demê de çarenûsa gelê Kurd e.
Ez herî bêhtir dixwazim ji te re behsa dapîra xwe bikim. Ji ber ku me, ewil te ji çavên wê nas kir. Ji peyvan bêhtir çavên wê diaxivîn. Dema ku behsa we dikir, qet rondik ji çavên wê ne dibarîn.
Lê me baş dizanî, ew rondik bi ser dilê wê re diherikîn. Her carê ji me re vî tiştî digot: “Ewladên min… Ew marên pinî yên di kemînê de rawestiyane, ji bîr nekin.”
Piştre yek bi yek vedigot: Mehmet çawa hat şehîd kirin… Salîh çawa rastî îxanetê hat… Çawa bi hezaran leşker, bi tank û topan hewirdora we dorpêçkirin… Dema ku ew van bîranînan vedigot, ji çavên wê dîroka gelê Kurd dihat xwendin. Wê çaxê min fêm kir mamo: Dayikên gelê Kurd dibistana herî mezin in.
Tu dizanî mamo… Hin şevan dema ku nobetê digirim, ez vê hîs dikim: Wekî ku hûn qet şehîd nebûne. Ji ber ku em ne tenê we bibîr tînin, her wiha em we dijîn jî.
Hûn di xwîn, hestî û mejiyê me de dijîn.
Di her meşê, şerê û biryarê de ne… Mîna ku hûn her kêliyê li me mêze dikin. Dapîra min her tim digot, “Dibe ku em wan nebînin, lê ew her tim me dibînin.” Niha jî ez bi vê yekê bawer dikim.
Mamo… Dixwazim mizgîniyek bidim te. Jinên Kurd ên ku we jî di oxira wan de şer dikir, êdî rabûne ser piyan û dîrok dinivîsin. Jinên Kurd êdî ne tenê rûmeta gelê xwe, di heman demê de rûmeta mirovahiyê jî diparêzin.
Li Rojava,
Rojhilat,
Başûr
Bakur…
Jin êdî ne tenê jiyanê, her wiha azadiyê jî diparêzin. Jinên ku demek berê hewl dihat dayîn werin bêdengkirin, îro pêşenga dîrokê ne.
Ew meş li Rojhilat mezin dibe. Jinên ku di girtîgehên tarî yên Îranê de bi berzkirina ‘Jin Jiyan Azadî’ radibin, niha deriyê serdemeke nû vedikin. Hindik maye gelê Kurd li Rojhilat zincîrên xwe bişkînin.
Dema ku ew roj bê, ezmanê çar parçeyên Kurdistanê wê bi heman bayê azadiyê tije bibe.
Mamo…
Cîhaneke nû li kêleka warên ku hûn lê şehîd bûne, ava bû. Li Rojava… Li wir gel bi hev re dijîn: Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî û Çerkez.
Hemû li heman qadê azadiyê diparêzin. Jin pêşeng in, zarok bêyî ku bitirsin mezin dibin. Kurd li vir cara yekem e çarenûsa xwe bi xwe dinivîsin. Cîhana ku we xeyala wê dikir, bi vî rengî bû.
Ji ber vê yekê em îro ne tenê we bibîr tînin, di heman demê de îro em dibin şahidê vejîna gelê Kurd. Ji ber ku we bi şehadeta xwe siberoja vî gelî ava kir. Îro ev têkoşîn bandora xwe li tevahiya Kurdistanê kir.
Gelê Kurd ji nû ve radibe ser piyan. Ey agirê ku di dilê min de qet venamire… Ez careke din soz didim we: Em ê we ji bîr nekin. Em ê ne tenê we bibîr bînin, her wiha em ê we di her şerî, her gavî û her serketinê de bidin jiyîn…
Ji ber ku hûn ne tenê raboriya me, her wiha siberoja me ne jî.
Di serî de şehîdên 8’ê Adarê, ez li ber bîranîna şehîd Ehmed Agaç (Şukru), şehîd Memduh Ege, şehîd Nasir, şehîd Seyda, Şehîd Cengo û şehîd Mustafa bi rêzdarî bejna xwe ditewînim…

