Li taxa Karakoy a navçeya Akhîsar a Manîsayê, şewata doh li daristanê destpê kir, bi bandora bê zû belav bû.
Ji bejahî ve hewl hate dayin ku şewat bê vemirandin û bi berbanga sibehê re ji hewayê jî hewldanên vemirandina şewatê destpê ikr.
Karê ji bo vemirandina şewatê bê navber dewam dike.
Waliyê Manîsayê Vahdettîn Ozkan anî ziman ku bi armanca tedbîrê wan çar gund vala kirine.
Li taxa Çamkoy a navçeya Bîgadîç a balikesîrê ji hewayî û bejahî ve hewl tê dayin ku şewat bê vemirandin. Sedema destpêkirina şewatê nayê zanîn.
Li navçeya Bozdogan a Aydinê, li nêzî taxa Yazikentê agir bi daristanê ket û bi hewldaneke berfireh hate vemirandin.
Nêzî 20 hektar qada daristanî şewitî.