Dewleta Tirk a dagirker duh li bejahiya gundê Xirbêkûr ê Herêma Mawa ya Heskîf a Êlihê êrîşa îmhayê da destpêkirin. Hate diyarkirin ku di setên şevê de şer çêbûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di şerê ku bi SÎHA, F-16, helîkopetran dewam dike de 2 kes hatin qetilkirin û 2 kes jî birîndar bûne. Kesên birîndar û hatine qetilkirin rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê. Ketin û derketina gundê Xirbêkûrê hate qedexekirin.
Hate diyarkirin ku qedexeya ketin û derketina gund wê heta 3’ê Tîrmehê dewam bike