Platforma Saziyên Demokratîk a Mersînê agirê yekem ê Newrozê li bajêr li Parka Bariş a navçeya Akdenîzê dada. Girseya gel ji avahiya Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a Akdenîzê bi erbaneyan ber bi parkê ve meşiya û gelek caran dirûşm berz kir. Di çalakiyê de ku beşdaran cilên Kurdî li xwe kirin, agirê Newrozê hat dadan û beşdaran li dora êgir govend gerandin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Mersînê Reşat Aşan banga beşdariya li pîrozbahiya Newrozê kir ku wê di 22’yê Adarê de li Qada Tirmil a Akdenîzê bê lidarxistin û got, ew li bendê ne bi hezaran kes beşdar bibin.
Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Meral Gultekîn jî diyar kir ku Newroz sembola berxwedan û têkoşîna azadiyê ye û banga xurtkirina têkoşîna ji bo yekîtiya neteweyî û civakeke demokratîk kir.
Piştî daxuyaniyê, girseyê careke din li ber kilaman govend gerand.

