Otobusa rêwiyan ku ji Marmarîsê diçû Mêrdînê û navê ajokarê wê nehate zanîn, di derketina Tunela Sariyar a Taxa Yenîkaş a li ser rêya bêjahiyê ya D-400’ê ya navçeya Aydincik a Mêrsînê saet di 01.15’an de li bariyeran ket û wergeriya.
Di qezaya pêk hat de 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.