8’ê Adarê ku her sal bi coş û kelecanek mezin li her devera cîhanê bi taybet li Kurdistanê tê pîrozkirin, îsal jî li her alî jinan bi deng û rengên xwe qad tijî kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî Cejna 8’ê Adarê ango Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi coş û kelecanek mezin pîrozkirin.
Pîrozbahiya 8’ê Adarê li Navenda Çand û Hunerê ya wargehê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya rojê endama Koordînasyona Meclisa Îştar Bêrîvan Îşlek axivî.
Berivan Îşlek di destpêka axaftinên xwe de 8’ê Adarê li Rêber Apo û tevahî jinên berxwedêr pîroz kir û got: “Em bi boneya pîrozbahiya 8’ê Adarê li vê derê kom bûne, lê em tenê wek pîrozbahiyê nagirin dest. Ji ber ku 8’ê Adarê roja berxwedan, têkoşîn û tolhildanê ye. Ji bo vê yekê gelek jinan têkoşîn kirin û bedel dan. Gelê Kurd û jinên Kurd di nava hemû şert û mercan de ji bo ku azadiya jin û civakê mîsoger bike li tevahî cîhanê têkoşîn da meşandin. Berxwedana ku wê demê hatî meşandin, di roja îro de li cîhanê belav bûye, bûye deng, hêz û biryarek ya ku îro dirûşmeya Jin Jiyan Azadî gerdûnî bike. Dema ku em behsa van destkeftiyan dikin, ne tenê di roja îro de pêkhatiye bi dehan jinan bi canên xwe bedel dan heta ku em gihiştin vê astê. Mînak jinên weke Klara Zetkin, Leyla Qasim, Rindê Xan û her wiha jinên şoreşger wek Sara û jina xwedaweda serdemê Arîn Mîrkan û Asyayan canê xwe feda kirin û îro em li ser mîrateya wan jiyan dikin.”
Piştî axaftinê, peyama Rêber Apo ya ji bo 8’ê Adarê jî hatibû, hate xwendin. Herî dawî piştî wê bernameya şahîyê bi stranên Koma Stêra Zêrîn, Şanoya Koma Şehîd Hêvî û dîlana Koma Şehîd Deniz Firad berdewam kir.

