Li Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Penaberana a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dewreyeke ya perwerdeya Şehîd Berxwedan Goyî ya li ser pirtûka Rêber Apo ya bi navê ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ bi tevlîbûna hemû endamên Navenad Çand û Huner û Stêra Zêrîn, zêdetirî 60 kesî hate destpêkirin.
Perwerde bi deqeyekê rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgitirnê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Demokratîk ya wargehê Elî Bilehî axivî.
Elî Bilehî di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku ji salekê zêdetir perwerde di bin sêwana Meclîsa Gel a wargehê de tê organîzekirin û wiha anî ziman: “Di wan dewreyan de dersên îdeolojîk dihatin dayîn û nêzî mehehekê berdewam dikirin. Piştî ku Manîfestoya Civaka Demokratîk derketî û şûnde pêwîstî pê hat dîtin ku hemû sazî li ser Manîfestoya Civaka Demokratîk perwerde bê dayîn. Beriya niha çar salan bi ti awayî hevdîtin bi Rêbertî re nehatibû kirin, ji ber wê ji Mexmûr bigire heta çar aliyên cîhanê ji bo Rêbertî çalakî hatin kirin. Her wiha kesên bi nav û deng jî daxwaza azadiya fîzîkiya Rêbertî kirin.”
Piştî axaftinê pirtûka bi navê Manîfestoya Aştî û Civaka Dewmokratîk hat xwendin û dewreyê destpê kir.