Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 16’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin bi pîrozbahiyek mezin bidawî bû.
Pîrozbahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê, bi tevlîbûna hezaran xwendevan û gelê wargehê, ji danê sibehê destpê kir û heta derengiya şevê berdewam kir.
Di pîrozbahiyê de axaftin li ser wate û girîngiya rojê hat kirin û piştî wê koma koroyê ya dibistana dayikê hatin ser dikê.
Koroya xwendevanên dibistana navîn bi stranên xwe şahî geş kirin û li pey wê pêşbirkên dengbêjiyê hatin destpêkirin. Her wiha li dûv vê pêşbaziya werzîşî yên dibistana seretayî yên wek torbe, hêk, meşa mêrû û mast hatin leyîstin.
Bernama pîrozbahiyê bi pêşbirkên govendê ya dibistanên seretayî berdewam kir.
Piştî pêşbirkan hunermend Îbo Qamişlo derket ser dikê û bi stranên xwe coş da şahiyê û gel rabû ser lindan û rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin. Piştî wê koma muzîkê ya Şengalê hatin ser dikê û bi stranên xwe deng dan şahiya wargehê.
Herî dawî jî pêşbirka zanistî ya dibistanên Navîn hatin pêkanîn û yekemînên pêşbirkan hatin xelatkirin.