Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê bi meşa meşaleyî hat protestokirin. Girse ji navenda navçeyê heta xaçerêyê meşiya û pankarta “Qeyûm darbe ye, dest nede vîna min” vekirin. Parlamenterê Mêrdînê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) George Aslan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek kes tevlî meşê bûn. Di meşê de dovîzên “Bimre koletî bijî azadî”, “Qeyûm bicehime”, “Berxwedan jiyan e” hatin hilgirtin û timî dirûşmeya “Bijî berxwedana Êlihê” hat berzkirin.
Piştî meşê Parlamenterê DEM Partiyê George Aslan axivî û diyar kir ku destserkirina vîna gel ji ber bêtehemuliya dewlemendiyên çandî ye. Aslan der barê tecrîda li ser Rêber Apo de jî axivî û wiha got: “Heke hûn dixwazin aşitî pêk were, deriyê Îmraliyê vekin. Pêdiviya vî welatî bi aşitiyê heye. Ger hûn dixwazin aşitî were, qasidê aşitiyê li Îmraliyê ye. Tecrîda li ser aşitiyê rakin. Deriyên aşitiyê ji vî gelî re vekin ku tî û birçiyê aştiyê ye. Werin em li dijî tecrîd û qeyûman dengê xwe bilind bikin.
‘EM POLÎTÎKAYA RIZIYAYÎ YA QEYÛMAN QEBÛL NAKIN’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr jî diyar kir ku tişta hatiye kirin desteserkirina vîna gel e û anî ziman ku gel wê li dijî vê yekê têbikoşe. Devrîm Demîr diyar kir ku gelê me bi rojan e li Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Esenyurtê li ber xwe dide û got: “Gelê me dibêje ‘Hûn nikarin vîna me desteser bikin’. Divê baş bizanin ku ev gel wê ti carî vê polîtîkaya rizîyayî ya qeyûman qebûl neke. Dest ji van lîstikên xwe yên qirêj berdin, destên xwe yên qirêj ji ser vîna gel bikişînin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.