Rayedarên Rûsî dan zanîn ku têkildarî bûyerê lêpirsîna ‘’kuştina bi zanebûnî’’ hatiye destpêkirin û tê nirxandin dibe ku êrîş têkildarî îstixbarata Ûkraynayê be.
Di dîmenên ku 22’yê Kanûnê li ser çapemeniya Rûsyayê hatine weşandin de tê dîtîn ku wesayîteke spî ya parkkirî li gel teqîneke dijwar tê îmhakirin. Hate ragihandin ku teqîn demeke kurt piştî ku wesayît xebitiye rû daye û zirar daye wesayîtên li derdorê jî.
Ji aliyê rayedarên fermî ve hate piştraskirin ku kesê di encama teqînê de jiyana xwe ji dest daye Korgeneral Fanil Sarvarov ê serokê daîreya perwerdeyê ya sererkana giştî ya leşkerî ya Rûsyayê ye.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê ragihand ku dibe êrîş sûîqestek be û têkiliya serwîsên îstîxbarata Ûkraynayê ya li gel bûyerê tê lêkolînkirin.
FANIL SARVAROV KÎ BÛ?
Fanil Sarvarov di sala 1969’an de ji dayîk bûye û girêdayî Sererkana Giştî ya Rûsyayê serokatiya Daîreya Perwerdeya Operasyonel dikir.

