Bi sedan kes li ber avahiya navçeyê ya DEM Partiyê kom bûn û bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” ber bi navenda navçeyê ve meşiyan.
Hevseroka Wanê ya DBP’ê Gonul Uzunay di çalakiyê de axivî û got, êrîşên li ser Rojava hatin pûçkirin û berxwedana gelê Kurd didome.
Gonul Uzunay destnîşan kir ku sîstema li Rojava li ser esasê jiyana hevpar a gelan e û got, ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane divê li Rojava gelê Kurd were naskirin.
Gonul Uzunay ji bo meşa ku wê sibe saet 13.00’an li AVM a Wanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

