Nexweşxaneya Xalif Fecir a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê gelek caran hat topbarankirin, ew yek gefan rasterast li jiyana zêdetirî 70 birîndarên êrişên çeteyan dixwazin.
Çavkaniyên tibî daxuyand ku ji danê nîvro ve êriş zêde û dijwar bûne, bi taybet li dijî nexweşxaneyê, tenê îro 5 caran hatiye topbarankirin. Bi wê re, li gel birîndaran û nexweşan, nexweşxane ji xizmetê derket.
Ji duh ve kehrebe û mazot ji ber êrişan li nexweşxaneyê qut bûye, wê jî karê tîmên tibî zehmet û asteng kiriye.
Di nexweşxaneyê de cenazeyên 3 şehîdên êrişên çeteyan hene; Edan Arif Osman, Elî Henîf Osman û Oriya Ebdulhenan Horo.

