Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, nêzîkî 70 êrîşkerên bi motorsîkletan êrîşî baregeheke leşkerî ya li gundê Cross Kauwa ku nêzîkî bajarokê Baga li herêma Gola Çadê ye kirin. Di dema êrîşa roja Duşemê de pevçûnên dijwar qewimîn.
Rayedaran diyar kirin ku çekdar ji kampên xwe yên li Girava Dabar Masara li Gola Çadê ketin tevgerê û ji rêyek dirêj gihîltin baregehê. Li gorî agahiyan, baregeh hat şewitandin, 8 leşkeran hatin qetilkirin, 11 wesayîtên leşkerî yên çekdarî hatine îmhakirin û cîhadîstan çekên giran bi xwe re birin.
ÊRÎŞ ZÊDE DIBIN
Li gorî agahiyan, ISWAP û hevrikê wê Boko Haram êrîşên xwe yên li ser baregehên leşkerî yên li bakurê rojhilatê Nîjeryayê zêde kirine. Artêşa Nîjeryayê ragihand ku di dawiya hefteyê de li eyaleta Borno du baregehên din rastî êrîşê hatine. Di encamê de leşker û milîsên alîgirê artêşê jiyana xwe ji dest dane.
ISWAP’ê êrîşî baregehek li Mandaragirau kir û di heman demê de Boko Haram êrîşî baregehek leşkerî li Pulka, nêzîkî sînorê Kamerûnê ye kir. Har ragihandin ku li Pulkayê hêzên taqwiyeyê hat paşve xistin.
ŞER JI SALA 2009’AN VIR VE PEVÇÛN DIQEWIMIN
Li Nîjeryayê tundiya cîhadîstan ji sala 2009’an vir ve berdewam dike. Heta niha zêdetirî 40,000 kes hatin qetilkirin û bi qasî 2 mîlyon kes koçber bûn. Pevçûn belavî cîranên Nîjer, Çad û Kamerûnê bûye û bi beşdariya van welatan koalîsyona leşkerî ya herêmî hat avakirin.
Lê ji ber rageşiya dîplomatîk a ku piştî darbeya leşkerî ya 2023’yan a li Nîjerê, Nîjer ji koalîsyonê vekişiya û ev yek rê li ber lawazbûna têkoşîna hevbeş vekir
Her wiha DYE’yê ragihand ku ji bo piştgiriya teknîkî û perwerdehiyê bidin artêşa Nîjeryayê ew ê 200 leşkeran bişîne Nîjeryayê. Tê gotin ku 100 leşkerên DYE’yê yên pêşîn roja Duşemê gihîştin baregeha leşkerî ya Bauchî.

