Pêncşem, 26 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyê Haydar Sever li Dersimê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Haydar Sever peyama sersaxiyê weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê 25 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Erê ji bo hevdengiya nîştimanî û yekîtiya neteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî sih salan li qada Newrozê bû: Herî zêde mafê Rêbertî ye ku li qada Newrozê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guleryuz: Pêvajo dereng dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar li Êlihê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Azadiyê ya Mexmûrê di roja 978’an de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Komunîst a Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dêrikê bi hezaran kesî Newroz pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qilabanê pîrozbahiya bi coş a Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hezexê Newroz li gel baranê jî bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Norşînê banga ji bo vekirina deriyê Murşîtpinarê
Rojane

Li Norşînê banga ji bo vekirina deriyê Murşîtpinarê

Li navçeya Norşîn a Bedlîsê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li dijî êrîşên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê, meş hate lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Platfomra Saziyên Demokratîk a Bedlîsê, ji bo “mafê hêviyê” yê Rêber Apo û piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Norşînê meşek li dar xist û piştî meşê daxuyanî da. Di meşê de pankartên “Rojava rûmeta me ye” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî yekitiya gelê Kurd” hatin berzkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk, nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ên bajêr, parlementer û welatî tevlî daxuyanî û meşa li Parka Roboskî ya li navenda navçeyê hatiye lidarxistin.

Girse ji Parka Roboskî heta avahiya DEM Partiyê ya Norşînê meş li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di meşê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi rojan e ji bo piştgiriya gel û xwîşk û birayên xwe yên li Rojava li her derê welat li kolanan li ber xwe didin û got: “Em li hemberî êrişên HTŞ’ê û DAIŞ’ê, welat, ax, hebûn, statû û zimanê xwe diparêzin. 60 milyon Kurd ev bi rojan e bi yek dengî ji bo Rojava li ser pêyan e, bijî yekitiya gelê Kurd. Bi têkoşîn û berxwedana dîrokî li çar aliyê welat û cîhanê Kurd ji şereke mezin û xetere xelas bûn. Planeke navneteweyî û herêmî li dijî Kurdan hat meşandin, lê yekitiya gelê Kurd û Rêzdar Ocalan ev plan têk bir. Bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd niha em li ser maseyê ne. Lê hêj talûkeyeke mezin li ser Rojava heye û dorpêça li ser Kobanê jî hêj didome. Tenê ne HTŞ, Turkiye jî şîrikê vê dorpêçê ye. Miletê Kurd 25 TIRên alîkariyê amade kirin, lê nehiştin ev TIR biçin Kobanê. Ev siyaset û biratiyeke gelek qirêj e. Heke siyaseta we ne qirêj be, heke hûn mafên Kurdan qebûl bikin, deriyê Mûrşîtpinarê vekin. Lê em êdî we baş dinasin, zarokê 7 salî jî dinase.”

Keskîn Bayindir bang li seyda û alimên Kurd kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Norşîn bajarekî bawermend e û Kurdistanî ye. Em ji vir bang li alimên Kurd dikin, li ser navê misilmantiyê qetla Kurdan ferz kirin û fermana me dan. Bersiva herî mezin dê ya alim û seydayên gelê Kurd be, em li bendê ne ku alim û seydayên Kurd berteke mezin nîşan bidin. Çarmixa Hz. Îsa dane pişta me û em kirin çar alî û her aliyekî me mixek lêxistin. Lê Kobanê, Rojava bi yekitiya xwe û berxwedana xwe ev çarmix parçe parçe kir. Kurdan xwe ji wê çarmixê rizgar kir û êdî tu kes nikare Kurdan ji hev parçe û dûr bike. 60 milyon Kurd li cîhanê ji bo siberoja xwe têdikoşe û li ber xwe dide. Ev berxwedan encam jî digire û wê serkeftinê bi xwe re bîne. Ev yekitiya ku li Rojava derket, hêviya Ehmedê Xanî, wesiyeta Qazî Mihemed, şîretê Seydayê Cegerxwîn û keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”

Keskîn Bayindir bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi pêşengtiya birêz Ocalan pêvajoyek hatiye destpêkirin û tê xwestin ku meseleya Kurd bi muzakereyan û aştiyê were çareserkirin. Gelek siyasetmedar û desthilat bersiveke nebaş didin. Her tim dixwazin me bikujin û înkarê bi me bidin qebûlkirin. Lê baş bizanin ku Kurd ziman, hebûn, nasname, statu û qanûnan dixwaze. Ji ber vê yekê bi hêzeke mezin, bi dileke xweş piştgiriyê dide pêvajoyê. Lê bila desthilat vê yekê xelet fêm neke, em bi hêz in û qawet in. Desthilatê niha meseleya Kurd teslîmê du qeşmerên şewirmend kiriye ku pênç qirûş nakin. Meseleya Kurd bi dehan desthilat têk biriye û dê wan şewirmendan jî têk bibe. Lewma rast û dirûst nêz bibin. Hêza me ya civakî li ser maseyên muzakereyan destê me xurt dike. Divê em ne dujminê hevûdu bibin, lewma divê em bi ruhê azadî û yekitiyê tevbigerin. Em rê nadin wan kesên ku yekitiya me xera bikin û dijminatiyê mezin û kûr bikin. Ew masiyên di akwaryûmê de ne, kê yêm bide wan strana wan dibêje. Kesên ku têkoşîna Kurdan biçûk dibînin, li erdê bixin. Em dê dilsoziya xwe li çar aliyên cîhanê bilind bikin û gelê Kurd dê pêşengiya mirovahiyê bike. Heta azadî, serkeftin û rizgariyê bijî yekitiya gelê Kurd û Kurdistanê.”

Piştî axaftinê çalakî bi çepikan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEDLÎS

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê ji bo 10 şehîdên azadiyê merasîm
Nûçeya Pişt re Ofîsa Ragihandinê ya Kobanê sedemên qutbûna înternetê eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Newaya Jin bi rojeva ‘xweparastinê’ hate weşandin

Hejmara 231'ê ya Newaya Jin bi manşeta 'Dema xweparastinê ye' hate weşandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xelfetiyê meş: Dê qeyûm biçin em ê bimînin

Gelê ku li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê nobetê digirin, heta avahiya DEM Partiyê bi dirûşmeya “Dê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Aştiyê xwedî li banga Rêber Apo derketin

Meclîsa Dayikên Aştiyê têkildarî banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo li gelek bajaran…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cenazeyê Haydar Sever li Dersimê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

FEDA û DAKB’ê ji bo Haydar Sever peyama sersaxiyê weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Bedlîsê 25 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KNK: Erê ji bo hevdengiya nîştimanî û yekîtiya neteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?