Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê de bi îdiaya ku di hesabên medyaya dîjîtal de “propagandaya rêxistina terorê kirine” polîsan bi ser malên 7 kesên ku yek jê zarok bû de girtin û wan binçav kirin.
Ji 7 kesên ku sewqî Edliyeya Cezaya Sulhê ya Osmaniyeyê hatibûn kirin 3 kes bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê kirine” hatin girtin. 4 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.