Bi deh hezaran kesên ji Qamişlo û gundên derdorê li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê kom bûn û bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û Newroza yekîtiya demokratîk a Kurd” Newroz pîroz kirin.
Gel bi cil û bergên neteweyî hatin stadyumê. Stadyum bi rengên zer, kesk û sor, poster û alên cûrbecûr hat xemilandin. Li qada pîrozbahiyê alênsembola Şoreşa Rojava, YPG, YPJ û Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.
Her wiha li qadê pankartên “Berxwedan jiyan e, yekîtî hêz e”, “Yekîtiya neteweyî ne vebijarkek e, pêdivî ye” û “Em ê bi yekîtiyê azadiya xwe bi dest bixin” hatin daliqandin.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre, agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate pêxistin û peyama Rêber Apo hat xwendin.
Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivîn. Di axaftinên wan de bal kişandin ser têkoşîna ji bo Newrozê hatiye dayîn û girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî.
Komên muzîkê û hunermend derketin ser dikê û stran gotin. Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû.

